Fermandariyan gotin ew van nêzîkatiyan derveyî mirovahiyê dibînin û diyar kirin ku Nêzîkatiyên bi vî rengî ne li gor baweriya Êzidiyan û dûrî welatparêziyê ye.

Di berdewama daxuyaniyê de ragihan ku ew wek hêzên li Şengalê çi ji dest wan were wê bikin ji bo ku bûyerên bi vî rengî werin sekinandin.  Fermandariya HPG û YBŞ di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Dema me xwest em vê yekê bidin sekinandin hinek alozî derketin. Em di vê mijarê de ji hemû partiyan dixwazin ku hişyar bin.


Ji bo jinûve avakirina Şengalê bang

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê, ji bo jinûve avakirina Şengalê û vegera gel, banga alîkariyê kirin.

Fermandariya dan xuyakirin, ku piştî êrîşa hovane ya 3’ê Tebaxa 2014’an, ji bo parastina gel û ji nû ve avakirina Şengalê wan berxwedaneke mezin nîşan dane û gotin, “Bi hêzên Êzidî û hêzên pêşmerge yên destek dan vê berxwedana me re, gava destpêkê ya Operasyona Azadkirina Şengalê ya 13’ê Mijdarê bi awayekî serketî bi encam bûye. 


Gava duyemîn ji nû ve avakirine

Fermandariya ragihandin ku piştî azadkirina Şengalê gava duyemîn jî jinûve avakirina Şengal û vegera gelê ku koçber bûye. Fermandariya wiha got: “Di vî warî de em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku bi berpirsyarî rabin, destekê bidin xebatên ji nû ve avakirina Şengalê, teşwîq bikin ku gelê me yê koç kiriye, li xaka xwe ya pîroz vegere.” 


ŞENGAL/ROJNEWS