ÎSMAÎL ÎBRAHÎM / ANHA/ ŞENGAL
Zarok û jinên Êzîdî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê tên rizgarkirin, piştî u malbat, kes û karên wan tên tesbîtkirin, bi rêya Mla Êzîdiyan, digihin malbatên xwe yan jî xizmîn xwe yên mayî. 13 ji wan Êzîdî, 4 ji wan şîayên Şengalê, 17 zarokên li Baxoza ser bi Dêra Zorê rizgarkirî, gihiştin warê xwe Şengalê.
Radestî malbatên wan hatin kirin
Zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 15 salî de, doh piştî ku karîn ji Rojavayê Kurdistanê derbasê Şengalê bibin, ji aliyê Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ve teslîm hatin girtin. Zarokên ku hatine rizgarkirin, li navenda Şengalê û li dibistana Zerîfa Osê ji aliyê malbatên wan û sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Li cihê vê pêşwazîkirinê bîhna roşan û cejnê difûriya. Li van her du mekanan, rayedarên Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û TAJÊ her 17 zarok û malbatên wan gihandin hev; wan bi fermî zarok radestî malbatên wan kirin.
Malbatên gelek zarokan, piştî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an koçî Başûrê Kurdistanê kirine. Malbat ji bo pêşwazîkirina zarokên xwe hatin Şengalê û wan malavahiya QSD’ê, Meclîsa Şengalê û TAJÊ kir.
QSD’ê li me bû xwedî
Dayika bi navê Erzan Ehmed got; “Em ji Kampa Bêrisvê ya li Başurê Kurdsitanê hatin Şengalê ku pêşwaziyê li zarokên xwe yên rizgar bûyî, bikin. Em ji gundê Sîba Şêx Xidir in. Di dema fermana 3’yê Tebaxê de ji malbata min 15 kes û ji mala apê min jî 19 kes hatin revandin. Heta niha 11 hatine rizgarkirin. Em ji dil û can malavahiya QSD’ê dikin ku li me bûye xwedî.”
Em pirr keyfxweş in ku bi saxî vegeriyan
Dayika bi navê Ernû Reşo jî got: “Em ji gundê Sîba Şêx Xidir in. Lê niha li kampên Başurê Kurdistanê dijîn. Em hatine ku pêşwaziya rizgarbuyiyên xwe bikin. Em gelekî keyfxweş û dilşa ne. Ji malbata min 19 kes ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê. Heta niha 15 ji wan hatine rizgarkirin û 4 di destê çeteyan de mane. Hêviya min ji hêzên QSD’ê ew e ku yên mayî jî rizgar bikin. Em gelekî malavahiya wan dikin ku zarokên me rizgar kirin û bi selametî gihandin me.”