Agir bi zeviyên cotyarên gundê Werdiyê ya ser bi Şengalê ket. Beşekî mezin dexlê cotkaran şewitî.

Doh cara 4´an bû ku agir bi zeviyê cotyarên Şengalê dikeve. Di rojên borî de agir bi zeviyê cotyarên gundê Koço jî ketibû. Doh careke din agir bi zeviyê cotyarên gundê Werdê ya ser bi Şengalê ket.

Li gorî agahiyan, agir despêkê bi mekîneya dirûnê ya genim û ceh ketiye. Piştî wê agir bi dexlûdan ketiye. Ji ber gurbûna agir welatiyan nekarî agir vemirînin. Hema bêje zevî bi temamî şewitî.

 

ROJNEWS/ŞENGAL