ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL

 

Fermandarê YBŞ’ê Merwan Êzîdî ragihand ku pêwîst e piştî şerê DAIŞ’ê ew xwe bihêz bikin û rê li pêş hemû hewldanên qirkirina Êzidiyan bigirin. Şervanê YBŞ’ê Dilsoz Til Izêr jî got: “Pêwîst e keç û xortên Êzîdî, Êzîdxanekî azad ji bo malbatên şehîdan bikin diyarî.” 

Roja 3’ê Tebaxa 2014’an bi vekişîna hêzên PDK’ê yên ji Şengalê re, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û fermaneke nû li dijî gelê Êzîdî pêk anîn. Di fermanê de bi hezaran welatî hatin qetilkirin û bi hezaran keç û jinên Êzîdî jî dîl ketin destê çeteyan. Li gel nêzîkbûna salvegera fermana 3’ê Tebaxê şervanên YBŞ’ê ji nêrînên xwe parve kirin.

Têkildarî mijarê yek ji Fermandarên YBŞ’ê yê bi navê Merwan Êzîdî axivî: “Armanca ew fermana ku hatî ser Şengalê, tinekirina gelê Êzîdî bû. Lê heya niha bi ti awayî gelê Êzîdî radestî dagirkeran nebûye û radest jî nabe. Pêwîst e piştî nemana DAIŞ’ê em xwe bi hêztir bikin û rê li qirkirinên ser gelê Êzîdî bigirin.”


Gelê me dikare vegere

Merwan anî ziman ku gel dikare li axa xwe vegere û got: “Bêguman gelê me dikare bi ewle vegere. Em ê bost bi bost xaka xwe ji destê dagirkeran derxin û Êzîdxanê ji hemû êrîşan biparêzîn.”

Her wiha li ser heman mijarê şervanekî YBŞ’ê bi navê Dilsoz Til Izêr jî got: “Roja 3’ê  Tebaxê ji bo Êzîdiyan rojek reş bû. Heya niha bi hezaran xwîşk û dayîkên me di destê DAIŞ’ê dene. Lê divê keç û kurên Êzîdî bi tekoşîna xwe rojek geş, Êzîdxaneke azad û xwe rêveber ji bo malbatên şehîdan bikin diyarî.”