HÊLÎN ASMÎN / ŞENGAL/ROJNEWS


Fermandarê Asayîşa Êzîdxan Rekan Şengalî tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Em amade ne, heta Rêberê me rizgar nebe em ê nesekinin. Em fedayiyên Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo hebûn û jiyana me ye.”

Me şipiya dihêle Şengalî da xuyakirin ku di dema fermanê de gerîlayên azadiyê yên xwe bi felsefe û fikrê Ocalan pêşabûn hatin bi hawara Şengalê ve û wiha peyivî: “Ez dikarim bêjim ku eger gerîla û şervanên azadiyê nebûna wê zarokên me hemû ji nêzan li serê çiyayên Şengalê mirîbana, şervanên Rêbertî hatin em ji çeteyan xelas kirin. Ji bo me xwe feda kirin. Ev fikir û felsefe ye ku heta niha me şipiya dihêle û diparêze.”