XELÎL EL ELÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûbûn, didome. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengal û gundên derdora wê kir û komkujî kirin, bi deh hezaran kes jî, neçar mabûn ku warê terk bikin. Piştî ku herêm ji çeteyan hat paqijkirin û ewlehiya wê hat pêkanîn, malbatên koçber berê xwe da warê xwe.
Herî dawî 3 malbat piştî 5 salan di 1’ê Gulanê de, ji kampên Duhokê vegeriyan gundê Hatimî yê Şengalê.
Malbatên vegeriyan, hewl didin ku li gorî derfetan jiyana xwe ji nû ve ava bikin û pêdiviyên xwe bi cîh bînin.
Şeniyê bi navê Birahîm Mehmûd li ser vegera xwe ya piştî salên dirêj peyivî û got, “Em 3 malbat hatin ser mal û milkê xwe. Me dest bi çandina ceh û genim kiriye. Her wiha me ji xwe re pez anî. Wê di hefteya pêş de 4 malbatên din vegerin gundê Hatimî. Gelek mirov dixwazin vegerin, lê ji ber ku zarokên wan diçin dibistanê, li benda wan dimînin. Gundê me aram e, lê pirsgirêka elektirîkê heye. Em daxwaz ji Îdareya Şengalê dikin ku xizmeta xelkê bikin da ku em karibin zor û zehmetiyan li dûv xwe bihêlin.”
Vegerin cih û warê xwe
Alîfe Berces ku ew jî vegeriyaye gundê xwe dibêje, “Hêviya me bû ku em vegerin ser cih û warê xwe. Îro em gelek kêfxweş in ku em hatin ser mal û milkên xwe. Dazwaza min ji xelkê me ew e ku ew vegerin ser cih û warên xwe, ev axa me ye.”