Malbata ku navê Zekî Şengalî li zarokê xwe kiribû, doh ji bo pîrozkirina cejna Batîzmê serdana şehîdgehê kirin û Zekî Şengalî û hevalên wî yên têkoşînê bi bîr anîn.
18’ê Tebaxê di encama êrîşeke balafirên Tirkiyê de Endamê Konseya Rêveber Kordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî şehîd bûbû. Zarokekî kur ku di heman rojê de ji dayîk bû, navê Zekî lê hate kirin. Bi boneya pîrozkirina cejna Batîzmê malbata Zekiyê biçûk, serdana Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş a li çiyayê Şengalê kirin. Malbat çûn li ser gora Zekî Şengalî û şehîdên Êzîdxanê bi bîr anîn.
Em şagirtên Mam Zekî ne
Têkildarî serdana malbata Zekiyê biçûk Xelîl Hecî axivî û diyar kir ku di cejna Batîzmê de Êzidî xwedî rêûresmên cûdane û di vê cejnê de serdana goristanan nakin, lê weke wefedariyek ji bo Zekî Şengalî serdana şehîdgehê kirine û got, “Me xwest peyama xwe ya pîrozbahiyê bigihînin Mamê xwe û bêjin em qet wî ji bîr nakin. Em tev şagirtên Mam Zekîne û hemû malbatên Êzîdî malbata Mam Zekiye.”
Sitûna tifaqê ye
Bi boneya Cejna Batîzmê Xelîl Hecîd bang li Êzîdiyan kir ku daxwaz û hêviyên Mam Zekî pêk bînin û got, “Divê gelê Êzîdî yekîtiya xwe pêk bîne. Mam Zekî jî sitûna tifaqa Êzîdiyan e. Ji ber vê divê em êdî gavên pratîkî ji bo yekîtiya xwe biavêjin. Divê ew tovê tifaqê yê Mam Zekî di nava me de çandibû, neyê windakirin.”
ROJNEWS / ŞENGAL