Li navçeya Sinûnê ya Şengalê meşeke girseyî li dijî dagirkeriya Tirk û hevkariya hêzên Kurdî ya bi dewleta Tirk re pêk hat.

Meşa ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve pêk hat, bi tevlîbûneke girseyî ya şêniyên Şengalê pêk hat. Meşê ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir, heya cadeya Mifriqê ya gundê Kersê ajot.

Di meşê de pankartên mezin yên li ser nivîsandî, “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyanetê serî hilde” hatin rakirin. Girseyê dirûşmên, “Bimire xiyanet, bijî berxwedan” gotin.

Piştî girse gihîşt ser cadeya Mifriqê li wir daxuyaniyek bi navê TAJÊ, YCÊ û YJCÊ û hemû girseya kombûyî ji aliyê ciwanê bi nave Şigab Reşo ve hate xwendin.

Dewleta Tirk dijminê gelan e

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker dijminê gelan e, û bi xeyala Osmanitiya nû hewl dide tevahî xaka Rojhilata Navîn dagir bike. Jixwe niha hewl dide axa Başûr û Iraqê dagir bike. Bi dagirkeriyê re gelên herêmê bi komkujiyan qir bike. Nimûneya vê ya herî berçav jî Efrîn û Sûriye ye. Dewleta Tirk bi vê dagirkeriyê her roj sînorên bi qanûnên navneteweyî hatine diyar kirin binpê dike. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê û malbata Barzanî Başûr dagir dike. Niha dewleta Tirk ji qada îstîxbaratê bigire heya eskerî, aborî û perwerdeya Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Dagirkerî hatiye wê astê ku konsûlê Tirk Hakan Karaçay weke Serokê Herêma Kurdistanê tevbigere.

Bi hevkariya Barzaniyan dagir dike

Gelek baregeh û qereqolên Tirk bi hevkariya Barzaniyan di nava axa Başûrê Kurdistanê de hatine bicihkirin. Dewleta Tirk bi balafirên şer li Başûr komkujî pêk tîne, mal û baxên welatiyan wêran dike. Herî dawî ciwanê Êzidî yê bi nave Emîn Salih ê ji eşîra Simoqiya li Zaxoyê bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin. Niha jî dewlet bi hevkariya Barzaniyan êrîşê Herêmên Parastinê yên Medyayê û Xakurkê dike. Lê her roj derbên giran ji gerîlayên qehreman dixwe.

Bi ruhê Şêladizê ciwan rabin

Em weke Yekîtiya ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî berxwedana gerîla ya li Xakurkê ku wan me ji fermanê xilas kirine, silav dikin. Em weke ciwanên Êzîdxanê amade ne li dijî êrîşên li ser xaka xwe şer bikin. Em bang li hemû ciwanên Başûr û Iraqê dikin ku bi ruhê Şêladizê li dijî dagirkeriyê Serî Hildin û dakevin qadan.”

 

ANF / ŞENGAL