
Sazî, dezgeh û cemaetên cuda yên herêma Şengalê ku bi xwepêşandan û daxuyaniyek hevpar helwesta xwe ya li hemberî PDK’ê nîşan dan, çalakiya xwe bidawî kirin. Çalakiya ji aliyê Rêveberên Mala Êzîdiyan, Qasim Şivan ku di fermana 73’yan de serkêşiya komek berxwedanê dikir, Koma Ciwanên Êzîdî, şêniyên gundê Kersê, Serdeştê, Kolka, Borik, Şerfedîn û oldarên Êzîdî yên cemaetên cuda ve hate organîzekirin. Piştî daxuyaniya hevpar a li ser Çiyayê Şengalê û axaftinên hatine kirin, girseya gel ku ji hezar kesî pêk tê, bi pankartên wekî, “3’yê heyva 8 a 2014’an Êzîdî hatin qetilkirin, di 3’yê heyva 3’yan de jî êzîdi di nava siyasetê de hatin qetilkirin”, “Êzîdiyan rizgar bikin, komkujiyan bisekinîn”, “Ji dîktatoriyê re na, ji desthilatdariyê re na, ji azadî û îradeya gelê êzîdî re erê”, “Gel cihê biryarê ye gelê Êzîdî biryara xwe dide” dest bi meşê kirin.
Çalakvan heta ber Meclîsa Avakar a Şengalê meşiyan û bi diruşmeyan belav bûn.
ŞENGAL