Endamê Parlemana Herêma Kurdistanê ji Fraksyona YNK’ê Ferhad Sengawî bi daxuyaniyekê bang li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdîstanê (YNK) û Tevgera Goran kir û got, “Ger hûn ji bo gelê xwe têdikoşin, li parçebûna gel jî temaşe bikin. Cudabûn û dûrbûna tevgerên Kurdî di nava 100 salên bihurî de bû sedem ku dewletek Kurdî nebe û vê jî derbek mezin li Kurdan daye.”
Yekîtiya PKK’ê mînak e
Ferhad Sengawî, YNK û Tevgera Goran rexne kir û got “Destpêkê xwe weke nûnerên azadî û wekheviyê dibînin lê heman kiryarên ku dijberiya wan dikirin, bi xwe jî dubare dikin “
Ferhad Sengawî di beşek din a axaftinên xwe de PKK’ê wek mînaka herî baş ji bo yekîtiyê dibîne û wiha dibêje: “Serokê PKK’ê hat girtin lê belê li şûna ku parçe parçe bibin û serî bitewînin, yekîtiya xwe bi hêz kirin.”
‘PKK’ê Îlam û Loristan jî hişyar kir’
Parlemanter Sengawî got, PKK´ê li çiya, bajar û li hemû parçeyan li ber xwe da û wiha pê de çû: “Li Ewrûpa, hemû cîhanê û li çiyayê Qefqasê jî hene. Beşek ji Kurdistana Sûriyê jî rizgar kirin. Îlam û Loristana biçûk û mezin jî ji xewê hişyar kirin û ew kirin Kurd.”
Ferhad Sengawî destnîşan dike ku PKK’ê bi dermanê yekîtiyê bajar, çiya û zindan kire yek û niha jî diçe parlemanê û wiha gotina xwe dewam kir: “Wan berjewendiyên ferdî û xweperestî bi erdê re kirin yek û xwedî yek armancê ne.”
Di dawiya axaftina xwe de Sengawî banga yekîtiyê di navbera hemû partiyan de dike û wiha dibêje: “Pêwîst e serokên partiyan li siberojê bifikirin. Ger wisa nebe wê dîrok û nifşên nû rehmê bi kesî neke.”
SILÊMANÎ