EHMED EL- ESAF / ANHA / DÊRAZOR
Piştî rizgarkirina bajarokê Hecînê û gundewarên wê ku girêdayî rojhilatê Dêrezorê ye, şêniyan dest bi rêxistinkirina xwe di nav meclis û komînan de kir.
94 komîn hatin avakirin
Di destpêka meha borî de li Hecînê Meclisa Gel hat avakirin. Tê de gelek komîte hatin avakirin. Her komîteyek li gorî karê dikeve ser milê wê kar dike. Her wiha 94 komîn li bajarok û gundewarê wê ava kirin.
Piştî rizgarkirina herêmê û peydakirina ava vexwarinê û nan, koçberên ku ji bajarok derketin ji sedî 80 vegeriyan malên xwe. Li gorî ku meclisê diyar kir, her wiha vegera şêniyan li malên wan hîna jî didome. Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Selman diyar kir ku rewşa xizmetguzeriyê û ewlehiyê li herêmê hişt ku şêniyên Hecînê tevî rûxandina li herêmê, vegerin malên xwe.
Ji bo perwerdeyê 15 dibistan
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Hecînê peymangehek ji bo amadekirina mamosteyan ji bo sala xwendinê ya nû vekir. Komîteyê 15 dibistan ji bo pêşwazîkirina 17 hezar xwendekarî, amade kir.
Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Selah Selman wiha got: “Bajarê Hecînê ji wan herêman e ku nû ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin. Bajar ji şer gelekî zirar dît. Ji sedî 65´ê bajêr xira bûye.