
Li Hesekê, şêniyên bajarokê Holê xwedî li koçberên Iraqî yên li kampa Holê, derketin û bi wan re bûn alîkar.
Êdî rewşa koçberên Iraqî ewqasî xirab e ku li kampa Holê zarok ji ber sermayê diqerisin. Heta niha Rêxistinên Mafên Mirovan bi wan re nebûne alîkar.
Ji ber vê yekê şêniyên bajarokê Holê koçberên kampa Holê bi tenê nehiştin û her malbatekê nivîn dan koçberan. Şêniyan 253 betanî û doşek ji bo koçberên kampa Holê li Şaredariya Gel a Holê kom kirin. Şaredariyê jî bi alîkariya Meclîsa Gel a bajaroka Holê ew nivîn birin kampa Holê.
Endamê Meclîsa demkî ya Holê Xelîl Neiman Salih doza alîkariyê kir û got, heta niha Rêxistinên Mafên Mirovan ji bo zivistanê erka xwe ya alîkariyê pêk neanîye.
Rêveberê kampa Holê, Kawa Gilo malavahiya şêniyên bajaroka Holê kir ji bo alîkariya wan a bi koçberên Holê re. n HESEKÊ