Yekşema li pêşiya me li Belçîkayê wê hilbijartinên cihî pêk bên. Di van hilbijartinan de wê nûnerên herêman û komunan bên hilbijartin.
Mirov bi hejmara lê binihêre, 19 komunên Brukselê, 5 herêm û 308 komunên herêma Flaman, li 5 herêm û 262 komunên herêma Valon, li bajarê Anvers jî wê nûnerên 9 navçeyan bên hilbijartin.
Yek ji kesên ku wê li bajarê Genkê ê herêma Flaman di hilbijartinan de hewl bide bikeve meclisa bajêr jî Delîl Agbaba ye. Delîl Agbab ji Partiya Karker (PVDA) namzet e û dibêje, şansê wî heye ku bikeve meclisa şaredariyê: “Namzetek kar bike, dikare bê hilbijartin. Ango heger tenê carekê xuya bike, ew ê helbet neyê hilbijartin.” Ji xwe ji ber wê Delîl timî bi agahiyên li ser xwe, siyaseta xwe û partiya xwe digere û wan dide mirovan û ji bo Genkiyan îqna bike ku ew ê nûnerekî baş be, her dixebite. Ji bo namzetên Kurd jî Delîl dibêje, “Li cihê ku Kurd li wan hene, kî namzet be, heger karekî baş bike û ji Kurdan jî bê ku destekê bidin wî namzetî, hingê dibe ku ew namzet bê bijartin.”
Delîl bi bîr dixe ku di hilbijartinên cihê de her kesê welatiyê dewleteke Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dikare dengê xwe bide û di nava van welatiyên Kurd ên Belçîkayê yan jî welatên din ên YE´yê yên li Belçîkayê dimînin jî heye û wiha dewam dike: “Li Belçîkayê, her hilbijêr mecbûr e biçe ser sindoqê. Heger neçe, ceza dixwe, ev jî rêjeya beşdariyê zêde dike di nava Kurdan de jî.”
Delîl ê ku li bajarê xwe bi îdîa ye, dibêje, li hin bajarên din jî namzetên Kurdan hene û weke mînak Farman Ali Sabir ê li Leuvenê ji partiya wî PDVA´yê û Aynur Taşdemir a ku ji Partiya Sosyalîst (SP.A) bûye namzetê endametiya meclisa şaredariyê nîşan dide.
Hilbijêrên Kurd bila tercîhê bikin
Li ser pirsa ka heta niha biyaniyek li bajarekî bûye şaredar li Belçîkayê, û şansê wan di vê hilbijartinê de heye yan na. Delîl dibêje, di hilbijartinan de tenê encumen tên hilbijartin û encumenên partiya herî xurt (heger lazim be bi koalîsyonê) şaredar diyar dikin. Ji ber wê jî heta niha şaredarekî biyanî nebûbe, niha îhtîmal e heye ku keseke biyanî bibe şaredar: Musteşara wezaretê ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê û wekheviya şensan, Zuhal Demir a ku bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye ku li bajarê Genkê namzetê meclîsa şaredariyê ye, dixwaze bibe şaredara Genkê. Heger partiya wê Yekîtiya Nû ya Flaman karibe bi ser keve, ew ê bibe şaredar.
Delîl dibêje, Zuhal Demir bi temamî ji kokên xwe qut bûye û weke flaman di partiyeke cudaxwaz a Flaman de cihê xwe digire, mîna Kurdên di nav partiyên Tirk û Tirkperest de.
Delîl pişta xwe bi qederê 1000 hilbijêrên Kurd ên Genkê xurt dike, lê ne tenê ew jî di nava hilbijêrên muhtemel hemûyan de dixwaze dengên tercîhan bistîne. Lewma li Belçîkayê mirov dikare tercîhê bike û navê ku di lîsteyekê de li jêr e, dikare bi xêra tercîhê bê hilbijartin. Delîl ku di lîsteya partiya xwe de di rêza 13´an de ye dixwaze bi vî awayî bi tercîhê bê hilbijartin.
Sîstemeke adil û xurt a civakî
Delîl bi bîr dixe ku ew li Belçîkayê hatiye dinê, malbata wî jî salên 1960´î weke karker li Belçîkayê bi cih bûye. Gelek Flaman û heta Tirkên li bajêr jî ji ber ku wî û siyaseta wî nas dikin, li gorî Delîl wê dengê xwe bidin wî. Delîl ê ku di nava xebatên karê derve yê civaka Kurd li Belçêkayê de cihê xwe digire, siyasî û civakî çalak e û êdî qismî baş tê naskirin: “Weke çalakgerekî siyasî û civakî di seferberkirina xelkê Belçîkayê de weke çepgirekî mafparêz di nava xelkê de darîçav bûme. Li cihê ez lê me xelk bi vê dizane. Helwêsta min, fikr û siyaseta min li Genkê tê nasîn. Ez ji Konfederalîzma Demokratêk bawer dikim. Ez hewl didim vê di nava partiya xwe de jî ci cih bikim. Wekî din Genk ji ber ku şaredariya herî xizan a devera Flaman e, ez û partiya me em dixwazin projeyên xaniyên civakî zêde bikin, alîkariya perwerdeyê zêde bikin, ji bo kalûpîran li tax û jiyana civakî vegerînin, kar dikin.”
Ev meseleya vegerandina kalûpîran li nava jiyana rojane a civakî jî li gorî wî wê bi teşwîqa civakîtirbûna malbatan û bipêşxistina civakîbûna tax û cîranan bê bi ser xistin. Misogeriya budceyê wê çawa be? Li gorî Delîl ev jî bi rêya milyoneran dibe ku Belçîka ji bo wan “cinetek e”: “Em dixwazin ji wan bacê bistînin û yekser vê dahatê li mesrefên projeyên civakî yên mîna vê razînin.”
Wekî din Delîl bi bîr dixe ku di nava sîstema civakî de hin rewşên çelexwarî hene ku ew ê biguherînin: “Bi bacê, alîkaroiya budceyê ya ji perwerdekirina kûçikan re tê veqetandin ji ya ji bo alîkariya perwerdekirina zarokan veqetandî bêhtir e. Em dixwazin vê biguherînin.”