Bi dehan endamên li Rojava çalak ên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûrî ji ber tohmetên bi derewan ên vê partiyê û ENKS´ê li dijî PYD´ê û ji ber ku siyaseten herduyan ciwan ditevizandin, îstîfa kir û tevkî PADK-S´yê bûn.
Gelek endamên partiyên di nava ENKS´yê de ji kirin û biryarên wê aciz in û va ye, 30 endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya di bin sîwana ENKS‘ê de, ji partiya xwe îstîfa kirin û beşdarî Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bûn. Yek ji kesên îstîfakirî, Îbrahîm Ehmed ji bo sebeba veqetina xwe got, ENKS`ê xwe avêtiya hembêza Tirkiyeyê û tev li kongreya neteweyî ya Kurdî nabe.
30 endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya di bin sîwana ENKS‘ê de pêr bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PADK-S) ya li bajarê Qamişlo da zanîn ku wan ji Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê îstîfa kiriye û beşdarî Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bûne. Ev endamên hanê ji herêmên Cizîr û Firatê û bajarên wekî Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Kobanê ne.
ENKS´ê rê li ber me digirt
Bi navê hemû endaman, endamê berê yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê, Ehmed Îbarhîm axivî. Îbrahîm got, ew bi awayekî fermî îstîfaya xwe ji Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê radighînin û tev li Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê dibin.
Ehmed Îbrahîm sedema îstîfayê wiha rave kir: “Şepêla Pêşeroja Kurd nedikarî rola ciwanan aktîv bike, mixabin Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di her aliyî de rê li ber me digirt. Me dixwest xizmeta gelê xwe bikin, lê mixabin biryar ji derve dihatin. ENKS jî ne xwedî biryar bû, ji ber ku hemû biryarên wê li şûna ku ji Qamişlo hatibana girtin ji Başûr, Tirkiye û Elmanyayê derdiketin û nêrîna me li ser van biryaran tine bû, ji ber vê me îstîfa kir.
Şepêla Pêşerojê ji derve re dixebitî
Me pêşniyaz dikir ku li çalakiyan li Kurdistana Sûriyê li dar bixin, lê tohmet bi PYD‘ê ve dikirin û wan digot, PYD çalakiyan qedexe dikin. Şepêla Pêşeroja Kurd em belav kirin û hin aliyên wê yên siyasî ji aliyên derve re dixebitin.”
Îbrarhîm her wiha got: “Em tevlêbûna xwe ya nava Paritya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê radighînin, ji ber ku ev partî li Kurdistana Sûriyê xwedî rêgez û nihêrîn e, dikarî bi ciwanên xwe, xwe îsbat bike û em jî cihê xwe tê de dibînin. Em ê hewl bidin roleke pêşeng di Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê de bilîzin û xizmeta doza gelê xwe yê pîroz bikin.”
ENKS di hembêza Tirkiyeyê de ye
Endamê berê yê Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê, Îbrahîm Ehmed ji bo sedemên veqetîna xwe ji şepêlê got, rola şepêlê kêm bûye û bi paş de diçe. Her wiha destnîşan kir ku ENKS`ê xwe avêtiya hembêza Tirkiyeyê û tev li kongreya neteweyî ya Kurdî nabe.
Îbrahîm Ehmed got, wan 20’ê Mijdarê biryar da ku ji şepêlê veqetin û sedem ew e, şepêl ciwanan pasîf dike, wan gelek caran hewl daye rola ciwanan di nava şepêlê de aktîf bikin lê şepêl ne xwedî biryar bûye û fermanên wê jî ji derve timî hatine.
Îbrahîm Ehmed îşaret bi berjewendîperestiya şexsî ya di nava ENKS´yê de jî peyivî: “Kesên ku li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî dimeşin, ji xwe tev li kongreya neteweyî ya Kurdistanê nabin û xizmeta doza neteweyî ya gelê Kurd nakin. ENKS`ê li Sûriyê tenê çend kes in. Bingeha wê ya gelêrî di nava tevahî gelê Kurd de nemaye. Çend kesên ji salên 50’yî ve bi îdîaya nûnertiya KUrdan radibin, mixabin di hembêza dewleta Tirk de ne.”
Destê ENKS´ê di dagirkeriya Efrînê de
Îbrahîm Ehmed wekî din destnîşan kir destê ENKS`ê di dagirkirina Efrînê de heye û li beramberî kiryar û hovîtiya dagirkeran li Efrînê bê deng e. Wî got, dema ku wan civîneke xwe li dar dixist, wî çend dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê gotine û ji ber axaftina wî ji bo Efrînê berpirsyarên ENKS`ê hêrs bûne, biryar dane wezîfeya wî bisekinînin.
ANHA/QAMIŞLO