Qadroyên leşkerî yên osmaniyan her çendî li Antolyayê bingehê nijada tirk tunebû jî, mînaka alman wek modela afirandine netewa tirk girtin. Li ser rijandina xwîna gelan û bi zorê bişaftin û helandina ziman û çandan re, neteweyeke mêjî tevizandî afirandin. Ji bo vê afirandinê li aliyekî proja tirkkirinê ya bi navê „teoriya ziman û rojê“ li aliyê din jî projeya „sentêza tirk-islam xistin qada jiyanê. Ji wê jî ne netewbûna wan, ne bîrdoza wan, ne pergala wan, ne jî wîjdan û merhemeta wan dişibe neteweyên din.
Ew ji vê bingehê xwe yê xwînin û cinawirî ditirsin. Ew ji derketina rastiyan dibizdin. Ew ji rureşî, zexelî, bêresenî û derewên xwe ditirsin. Lema mirov çi projeyên çareseriyê pêşkêşî wan dike, ew bi tirs dibêjin: „Na, na! Em naşibin tu kesî! Rewşa me cudaye!” Ango tewan û sûçên wan wan ditirsîne, lema naşibin tu kesî.
Bi vê bahaneya rewşa cûda mêjiyên bende yên nikanin rastiyan bibînin afirandin. Li ser wê mêjiyê afirandî û xwînê, faşîzma kemalîstên li gor „Teoriya Ziman û Roj“ ku wek laiq jî tên navkirin, hetanî cunta 12 rezbera 1980yî anî. Ji ber ku edî vê faşîzm û xwînxwariyê bersiva demê nedida, vê dewleta ucube hêdî hêdî bingehê faşîzma kesk ango sentêza tirk islam da avêtin. Berê dest avêtin nûrciyan, Fethullah Gulenê xwe afirandin. Li pey jî gav bi gav di nava polês û dozgeran de dest bi birêkxistiniyê kirin. Dema em gihîştin salên du hezarî, êdî sentêza tirk îslam ji bo rêveberiyê hatibû perwerdekirin, lema wan dest avêtin serkariyê. Partiya AKP li ser vê bingehê hate afirandin.
AKP di dema serkariyê xwe ya yekem de di hemû dezgehên dewletê de peyayên artêşa xwe û Fethullah da bicihkirin. Wek pêngava yekem tevahiya saziya polêsan xistin bin destên xwe û ji wê artêşeke îmamên bêîman afirandin (Li Imamin Ordusu b.n.) Ev lingê Sêpiya faşîzma kesk yê yekemîn bû. Ji bo ku bikane narsîzm û hestên sadîst yên tirkên spî, dewletetê bi giştî û bêguman di serî de yê xwe bitêrînin û xwe bidin îspatkirin; li ber ekranan, mil û serên zarokên kurdan şikandin, bi gazên kîmyewî li kuçeyan mirov kuştin, êrişê jin kal û pîrên kurdan kirin. Û di encamê de dijmirovbûna xwe dan pejirandin ku wê bikanin xwîna gelan û bindestan birijînin û faşizma bi rengê kesk birêve bibin.
Lingê sêpiyê yê duyemîn jî di taliya serkariya xwe ya duyemîn de pêk anî. Jixwe piraniya dozger û dadgehan di binê fermana wan de bû. Lê bi referandûma yasaya dozger û dadgehan wan ev lingê sêpiyê yê zagonî jî temam kirin. Bêguman kerên rastiya mijarê tênegihîştibûn jî gotin; “Ne bese lê disa jî erê!” Vê lingê faşîzma kesk xwe di doza di bin navê “KCK” de û di encama hilbijartinên 12 pûşperê de da îspatkirin.
Lingê Sêpiyê yê sêyemîn jî leşkeriyê bi tevahî bi destxistin bû. Van afrînde yên sentêza tirk îslam hima bi destpêkirina serkariya xwe ya sêyemîn de ev mijar jî hal kirin. Sererkan û Fermandarên din dan îstîfakirin, çawa ku Saddam ji bo faşizma xwe Aliyê Kimyewî derxistibû pêş, serkariya Erdogan û îmaman jî ev Necdetê kîmyewî anî ser sererkaniyê û sêpiya faşîzma kesk dan temamkirin. Ji xwe demeke dirêj e ku di bin serkariya vê serhengê cendirman de çeteyên kuştinê yên bi navê artêşa taybet diceribandin. Wê ji vir û pêve ev faşîzim hê kûrtir û xwînîntir be.
Meşka vê sêpiyê jî yasaya nû ye. Niha Erdogan û îmam bi dûvik û caşên xwe ve dixebitin ku makyasayek li gor pêdiviyaên faşîzma kesk derxînin û bidin pejirandin. Ji bo vê jî ketine nava manevra, dek û dolaban. Eger bikane di wê mijarê de jî bi ser bikevin, wê rejîmeke ji ya Ayetullahên îranê xirabtir têkeve nava kar. Ku li Tirkiyê ev derfet jî gelek zêde ye. Divê ev rastî werin dîtin.
Ji ber mêjiyê hatî afirandin ku dibêjin; “em naşibin kesî” yên qaşo rewşenbîr in nabînin. Ji xwe ji sedî pênceyê rey didin faşîzma kesk aptal û bê mêjî ne. Bêmêjiyekî jî ji Ewropê vegeriya û bû amurê bangaşiya vê faşîzmê.
Ji bo ku mirov bikane rastiyê bibîne, divê mirov piçek li têkçûna Şahê Îranê û li hatina Xumeynî binêre. Wê çaxê jî TUDEH, hemû partiyên çepgir yên Îranê, lîberal, rewşenbîr partiyên kurdan bi hêviya demokrasiyeke di bin baskê kesk de piştgirî dan Xomeynî. Lê encam çi bû ? Tenê faşîzmeke kesk ê ji hemû pergalên dîktatoriyan wêde derkete holê. Niha jî Hamaney Dibêje, Ahmedînejat dikuje. Vê gavê li Tirkiyê ji wiha ye. Wê sibê Fethullah bibêje û Erdogan bikuje. Jixwe Nejdet Ozel ê kîmyewî û polîs di bin fermana wî de ye. Îranê navê pasdaran li xwînxwaran kiriye. Wê navên xwînxwarên Erdogan û Fethullah jî Îmamin Ordusu be.