Her wiha operasyona ku li bejahiya gundên Bilbes û Guanisê destpê kiriye duh jî domiya. Dîsa gelek wesayîtên zirxî û wesayîtên leşkerî yên li qişleya Xaçorta Wanê ber bi Colemêrgê ve hatin rêkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, di navbera leşkerên li bejahiya gundê Giraneyê û HPG'iyan de pevçûn derket. Di dema pevçûnan de sivîlê bi navê Osman Şandurê nobedariya makîneyên kar a riyên bejahî dike bi sivikayî birîndar bû. Şandurê birîndar bûyî rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ku rewşa Şandur baş e. Ji hêla din ve jî li heman herêmê di bin makîneyeke di şantiya qereqolê dixebite de teqemenî teqiy. Di encama teqînê de makîneyê xusareke mezin dît. Piştî pevçûnê leşkeran oeprasyon da destpêkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevlîbûna gelek leşkerî operasyoneke berfireh hat destpêkirin. Hat hînbûn ku operasyon li bejahiya gundên Bilbes û Guanisê hat berfirehkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidest xistin; Gelek tîmên tevgera taybet wesayîtên zirxî û wesayîtên leşkerî sewqî herêma operasyonê kirine. Tevgera helîkopteran jî ji duh jî domiya. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku yekîneyên tîmên taybet li dora gundên navborî digerin û gotin ev yek wan dixe nava fikaran.
Konvoya ku wesayîtên zirxî, wesayîtên leşkerî yên bi leşker û amûrên leşkerî dagirtî ji qişleya Xaçorta Wanê ber bi Colemêrgê ve hatin sewqkirin. Konvoya ku ji gelek wesayîtan pêk dihat ji jammeran re çû herêmê. Di dema ku konvoy ji qişleyê hat derxistin de tedbîrên berfireh hatin girtin.
AMED