Bahoz Erdal:Artêşa Tirk bi rêya teknolojiya herî bipêşketî li dijî gerîla şer dike. Lê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwedî îradeyeke ji pola ne, xwe her roj nû dikin û xwedî rêbaz û taktîkên afirîner in.
DÎCLE FERAT / STÊRK TV / BEHDÎNAN
Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal der barê şerê li Kurdistanê de ezmûnên şer yên 35 salan nirxandin. Erdal diyar kir ku Pêwîstiya gerîlayên Kurdistanê nîne bi rengekî cuda xwe îspat bikin. Ji ber ku tecrûbeya şer li pêş çavan e. Bahoz Erdal ji kanala Stêrk TV re peyivî û got, “Van 2 salên dawî, Erdogan li Tirkiyeyê her tişt xistiye xizmeta şer. Ji çapemeniyê heta aboriyê, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta spor, mizgeftê her tiştî li dijî gerîla û gelê me weke çekekê bi kar tîne.”
Hûn dikarin îrada me teslîm bigrin
Fermandarê HPG’ê Bahoz Erdal anî ziman ku şerê navbera gerîla û dewleta Tirk, heta sala 2014’an şerekî bi kontrol bû, lê ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan şerekî topyekûn dike û got, ‘Hûn dikarin me bigirin, dikarin gund û bajarên me xera bikin, lê hûn nikarin ti carî îradeya me teslîm bigirin. Artêşa Tirk bi rêya teknolojiya herî bipêşketî li dijî gerîla şer dike. Lê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwedî îradeyeke ji pola ne, xwe her roj nû dikin û xwedî rêbaz û taktîkên afirîner in. Bi vê taybetmendiya xwe hesaban têk dibin. Çawa ku di şerê 35 salên dawî de gerîla derbên giran li artêşa Tirk xistin û hesabên wan ser û bin kirin, wê ji niha û pê ve jî hesabên wan planên wan xira bike.“
Hedef qûtkirina têkiliyan e
Fermandar Erdal got, êrişa herî giran û mezin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin û got, “Lewma di çepera herî dijwar û xurt de Rêberê me li ber xwe dide. Ji lewma yek ji armancên esasî yên dewleta Tirk qutkirina têkiliya Ocalan bi gel û tevgerê re ye ku bi vî rengî karibe wan parçe bike û êrişî gel û gerîla bike. Lê belê Rêber Apo bi tena serê xwe, li girava Îmraliyê li dijî terora dewletê bi rengekî dîrokî li ber xwe dide û têdikoşe.”
Gerîla heza parastina kurdistanê ye
Bahoz Erdal di dewama axaftina xwe de îşaret bi nêzîkatiya hin hêzên li Başûrê Kurdistanê jî kir û got, “Heger dewleta Tirk hîn di şerê qirrkirinê de israr dike û bi hêvî ye, sedemeke vê yekê jî hêviya wan a ji hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ye. Metirsiya li ser Başûrê Kurdistanê, PKK nîne. Berevajî vê yekê, PKK di demên herî zehmet û giran de xwedî li Başûrê Kurdistanê derket. Ev rastî li Şengalê, li Mexmûrê hate dîtin. Ne tenê metirsiya li ser Başûrê Kurdistanê, metirsiya herî mezin a li ser hemû parçeyên Kurdistanê, dewleta Tirk e.”
Gerîla bi îdîa û biryar e
Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Bahoz Erdal di dawî de bal kişand ser biryardariya gerîla û got, “Çawa ku gerîla heta niha li ber xwe da û xwedî li armancên gelê me derket, ji niha û pê ve jî wê vê bike. Her wiha gerîla têra xwe heye. Heta ku ev dewlet maf û azadiya gelê me qebûl bike, têkoşîn wê bidome. Gerîla ji her demê bêhtir bi îdîa û biryar e.