Li gorî rapora Wezareta Parastinê ya Fransayê ya li parlamentê hat eşkerekirin, îxracata çek û cebilxaneyan a sala 2015’an gihîşt 16,9 mîlyar euroyî; ev mîqdar sala 2014’an 8,2 mîlyar bûn. Bi vê jî firotina sîlehan ji sedî sed zêdebûya li gorî beriya bi salekê û li gorî beriya bi dusalan jî % 125 zêde bûye.

Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drîan da xuyakirin, ku ji bo dewamiya pîşesaziya çekan û bersivdayîna li pêwîstiyên alavên modern ên artêşê, îxracat girîng e.  Li gorî vê yekê hejmara mirovên di pîşesaziya çekan a Fransayê de weke karker hatine bicihikrin 165 hezar e. Hat ragihandin, ev yek ji sedî 4 ê îstihdama li tevahiya pîşesaziyan e.


Firotina 48 balafirên şer

Di raporê de hat gotin, ev zêdebûn bi saya firotina 48 balafirên şer ên Rafael ên ji bo Misir û Qatarê pêk hatiye. Ev ‘firotinên mezin’ ku her yek ji wan herî kêm 500 mîlyon euro ye, ji sedî 184 firotin zêde kir. Li gorî vê yekê, para vê di firotina giştî de 12,9 mîlyar euro ye.

Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande yê ji sala 2012’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, çû serdana Misir, Qetar û welatên din ên kendavê û hin peymanên li ser firotina çek û cebilxaneyan bi xwe îmze kiribûn. Di nava dengên rexnegir de jî dengê bilind ew e ku sîleh tên firotînî welatên ne demokratîk û şer û aloziya li dinyayê bi kêra sektora sîlehan a Franseyî hatiye. 


 PARÎS