Parlamenterê berê yê Iraqê û siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman di derbarê şerê li Yemenê de ji RojNews re axivî: “Her çendî Bexda alîgiriya Îran di şerê li Yemen de dike, lê divê Herêma Kurdistan hevsengiya xwe di navbera Tahran û Riyad da çêbike. Ew jî nekarek hêsan e.”
Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hikumeta Tirkiye nêzîkî Siudi ye, lê dibe ku kurd li bakurê Kurdistan nêrînên wan li ser wê operasyonê cuda be. Ji ber ku kurd niha xerîkê şerê li hember çeteyên DAIŞ’e, ji bo wê ne demê wê ye ku dahilî pirsgirêkên Yemen bibe.”
Dr. Mehmûd Osman her weha anî zimên ku Siudî di operasyona hember Husiyan de serkeftî nakeve û piştî hinek şer wê di nava wan de çêbibe û bi rêya guftugoyan wê pirsgirêk çareser bibe.
KAWA HISÊN/ROJNEWS