HEYSEM MISLIM / ANHA / DÊRA ZOR
Çekdar Kobanê ku bi 350 kîlometreyî dûrî mala xwe şerê DAIŞ‘ê dike, dibêje, “Di nava 4 salan de min rojekê jî ji şer hez nekir. Lê belê ez şer dikim ji bo şer raweste.”
Çekdar Kobanê şervanekî YPG’ê ye, ev bû 4 sal bê navber şerê DAIŞ‘ê dike. Ew bi xwe ji bajarê Kobanê ye. Dema ku DAIŞ’ê Hezîrana 2015’an êrişî Kobanê kir û di berbanga sibehê de zêdeyî 300 jin, zarok, kal, pîr kuştin, Çekdar hingî 17 salî bû. Çekdar dibêje, “Min wê demê biryar da ku bibim şervanek û heta DAIŞ‘iyek tenê jî bimîne, li dijî wan şer bikim.”
DAIŞ niha li qadeke teng a ji 3 kîlometreyên çarçikî asê maye. Her kes zane ku êdî dawî li DAIŞ‘ê hatiye. Çekdar Kobanê di şerê tinekirina DAIŞ‘ê de li Minbic, Reqa, Tebqa, Girê Spî û herî dawî jî Dêra Zor û gundê Baxozê şer kiriye û dike.
Çekdar 4 caran birîndar bûye. Li ser birîndariya xwe jî dibêje, “Her cara ku ez birîndar dibûm, min digot ‘gelo berî DAIŞ biqede ez ê şehîd bibim?’. Lê nebû û xuya ye min soza xwe pêk anî. Niha dawî li DAIŞ’ê tê.”
Xewnên min jî hebûn
Şervanê YPG’ê Çekdar Kobanê dibêje, “Xeyalên min jî hebûn ku xwendina xwe biqeedînim û jiyaneke aram bijîm. Lê belê xizmên min kuştin, bajarê min dagir kirin, lewma min nekarîbû jiyaneke normal bijîm. Min jî xeta şervaniyê pejirand.”
Çekdar Kobanê dibêje, di navbera wan û çeteyên DAIŞ‘ê de 300 metre hene, ew çeteyan her roj dibînin, lê belê ji ber ku zarok û jin li derdora wan in, nikarin bi hêsanî dest li wan werdin.
Çekdar Kobanê ku bi 350 kîlometreyî dûrî mala xwe şerê DAIŞ‘ê dike, dibêje, “Di nava 4 salan de min rojekê jî ji şer hez nekir. Lê belê ez şer dikim ji bo şer raweste.”