Bajarê Helebê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Suriyê ye û wekî bajarê aboriyê tê zanîn, ji ber şer û pevçûnan niha di rewşeke wêran de ye. Li bajarê ku heta beriya pêvajoya şoreşê hemû pêdiviyên welatiyan û bajarên din dihatin pêşwazîkirin, bi sed hezaran kesan ji ber topbaran û pevçûnan koçî bajarên din û derveyî welat kirin. Lê welatiyên ku nekarîn koç bikin ji bilî talukeya kuştin û revandinê, her wiha bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû man. Gelek malbat niha ji tirsa bombebaranan û êrîşan zêdetir, ketine derdê debara xwe û şerê jiyanê didin. Yek ji van malbatan jî malbata Neesan e.‬

Malbata Neesan li Taxa Şiqeyêf a Helebê rûdine. Bi destpêkirina şer û pevçûnan ev tax jî bû qada şer û pevçûnan. Di encama van pevçûnan de gelek şêniyên taxê neçar man ku koç bikin. Lê malbata Neesan ji ber şert û mercên xwe nekarî bi derekê ve biçe. Taybetiya malbatê ji malbatên din ew e ku ji aliyê zaroka 12 salî ve tê birêvebirin.  ‬
Malbata Neesan ji 5 kesan pêk tê. Di malbatê de bapîr, dapîr û 3 zarok hene. Bapîr ji ber ku çavên wî nabînin û temenê borî ye, nikare kar bike. Dapîr jî jiber nexweşiyên cur be cur ji neçarî di malê de dimîne. Ji Zarokan jî ya herî mezin Meryem a 12 salî ye. Xwîşka wê Qemer a 10 salî û birayê wê jî Ebdullah ê 9 salî ye.‬

Bav mir dayikê terk kir‬

Trajediya malbata Neesan bi mirina bavê zarokan Mehmud destpê kir. Piştî ku Mehmud ji ber nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest da, dayîka zarokan bi kesekî din re zewicî û zarokên xwe bi tenê hiştin.‬

Berpirsyarî li ser milê Meryem e‬

‏‪Ji ber ku dapîr û bapîrên zarokan nikarin kar bikin, debara malbatê hemû ket ser milê zaroka 12 salî Meryemê. Lê Meryem jî ji ber temenê xwe yê biçûk nikare li derekê kar bike. Lewre tişta dikare bike tenê ew e ku her roj diçe saziyên wekî Heyva Sor a Kurd û Mala Gel a Şêxmeqsud. Niha debara malbatê bi alîkariyên ku ji van saziyan têne girtin çêdibe.‬‪Endamên malbata Neesan ku di rewşek dijwar de şerê jiyanê dimeşînin, banga alîkariyê li welatiyan û saziyên têkildar kirin.‏

HELEB