Di demên berê û demên şerê cihanê yê yekemîn û duyemîn de armanca şer; rasterast herêm û welat girtin, dagirkirin, talankirin û kolonîzekirin bû. Niha rengê şer bi tevahî guheriye. Tenê wek alaveke serdestiya xwe di warê derûnî û dîplomatîk de pejirandindayînê ye. 

Hemû dewlet û hêzên cihanê êdî ji bo armancên xwe bi giranî şerê psikolojîk û diplomatîk derdixin pêş. Dema ev bi şêweyekê bi serneket, hê ji bo afirandina zemînekê dîplomatîk psikolojîk şerê çekdarî dadixin ser dika meydana herêmê. Bi gotineke kurt di vê dema me de du erkên şer hene. Ji wan yek, aliyê aborî ye (firotin û bikaranîna çekan, ango bazar). Aliyê herî giring yê şer jî ji bo afirandina zemîneke serkeftina şerê psikolojîk û dîplomatîk e. 

Dema DYA yê xwest PRN (Projeya Rojhilata Navîn ji nû ve dizaynkirinê) daxîne qada jiyanê, wêneyê DYA yê li tevahiya Rojhilata Navîn wêneyeke pir nerênî û dijminane, sedemê hemû xirabî û tevliheviyan bû. Lê niha bi giranî xwe guhezandiye wêneyeke hêvî dagirtî, rizgarîxwaz. Ev wêne encama vî şerê DYA yê ne rastrast jî be, bi destên hin derdorên paşverû, tarî û xwînxwarên wek DAIŞê daye destpêkirinê ye. 

Şerê dewleta dagirkerên Tirk ya li dij Kurdan, ne tenê ji ber rik û gira sergerdeyê wan ê psikopat RTE yê ye. Her çendî ev jî sedemeke bingehîn be, vî şerî tenê di vê çarçoveyê de dîtin û nirxandin şaşî ye. Divê neyê jibîrkirin ku ev dewleta dagirker endamên gelek sazî û komikên navnetewî ye. Ew li gel berjewendiyên wan, xwerû di warê dîplomasiyê de ji wan sûd werdigire. Li gel wê xwediyê saziyên psikolog, pispor û kriminologên şer in. Hem armanc û encamên şerên li cihanê baş tehlîl kirine, hem yên dîroka xwe ya xwînîn û qirêj. Bi taybet jî bi sedan salan e, her aliyên me Kurdan verisandine. Çawa aliyên me yên xurt û bi hêz baş dizanin. Wisa jî aliyên me yên melûl û rizyayî pir baş nas dikin. 

Xuya ye ku wan bi têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji mîrên xwe demeke bêdengî bi destxistine. Dixwazin vê firsenda bêdengiyê bikarbînin. Lema ev şer dane destpêkirin. Ew baş dizanin ku ew di vê şerê dorpêçkirina bajaran de bi ser nakevin. Lê hin armancên wanên gelek xinizane hene. Ji ber ku tevahiya çapemeniyê girtine bin kontrola xwe, hin derdor tirsandine, şerekî psîkolojîkê qirêj dimeşînin. 

Yek; di vê şerê psîkolojîk de berê şovenîzm û nijadperestî derxistin pêş, hemû tewanên xwe di paş wê de veşartin, li gel wê bêdengiyek afirandin. 

Du;ji bo ku bikanin di vî şerê psikolojîk de bi serkevin, berê rayedarên Başûr anîn Enqerê, al derxistin pêş. Piştê wê bi bangaşiya psikolojiyeke gemarî û bikaranîna hin derdorên bend di destê wan de û marjînal, tevahiya berxwedan, hendek, barîkat tax û bajarê xwe parastin wek tewanek, wek şaşiyeke mezin nîşan dan û xebitîn ku bi vê di mejiyan de nakokî biafirînin, hêviyan têkbibin û Tevgera Azadî teşhîr bikin.

Lê kolosê serê wan ket, gasikên destên wan di nava rûreşiyê de fetisîn. Ji ber ku negihîştin armancên xwe, hewl didin ku bi komkujiyên bêbext, serdestiya xwe ya psikolojîk bi dest bixin. Lê bê nefret û rengên wan ên xwînxwarî ti tişt di destê wan û cehşên wan de nema. Bi lukumîn jî be, li ser azmûnên dîrokî berjêr çûyîna di warê psikolojîk û dîplomasiyê de guherî.