Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften got, Îranê gelekî hewl da ku nehêle şer bê navmala wê, lê belê şer gihîştiye ber deriyê Îranê. 

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Mazlûm Heften krîza Kendavê, gavên li hemberî Îranê û nêzbûna li hev a Tirkiye-Îranê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji Ferzad Kamyaran re nirxand. Heften diyar kir ku hêzên navneteweyî hewl didin şer bigihînin mala Îranê û destnîşan kir ku sedema nêzbûna li hev a Tirkiye û Îranê tirsa ji Kurdan e. 

Du welatên astengê guhertinê

Mazlûm Heften destnîşan kir ku Tirkiye û Îran astengên herî mezin ên li pêşiya guhertinên li herêmê ne û got, "Bi wê pêvajoyê re ku jê re bihara gelan hat gotin, pêvajoya guhertinê ya li Tûnis, Lîbya û Misrê dest pê kir, herî dawî li Sûriyeyê dewam kir. Di encama vê pêvajoyê de hin guhertin çêbûn. Lê belê hin hêzên li herêmê di statuya berê de israr dikin. Li herêmê du hêzên sereke hene ku naxwazin guhertin bê kirin. Yek ji van du hêzan dixwaze forma tund a netewe dewletê biparêze Îran e, ya din jî Tirkiye ye. Yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya guhertina sîstemê Îran e."

Hewldanên temendirêjkirina Îranê

Heften anî ziman ku li hemberî daxwaza guhertinê ya gelan, Îran hewl dide emrê xwe dirêj bike, ji bo vê jî her firsendê bi kar tîne û wiha dewam kir: "Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin sîstema heyî ya li herêmê were guhertin. Sedemeke din jî tengaviya sîstemê ye ku ji ber bê edaletî û zilmê rû daye. Êdî sebra mirovên di nava van sîsteman de fûriya ye. Guherîn û veguherîn êdî xwe ferz dike. Bêguman Îran ji bo emrê xwe dirêj bike, li hemberî vê hin tedbîran digire. Ji bo emrê xwe dirêj bike, hewl dide ji hemû firsendan sûdê wergire."

Heften da zanîn ku piştî hewldanên entegrekirina Îranê li sîstema navneteweyî, niha jî plana destwerdanê ketiye rojevê û got, "Di dema rêveberiya Obama de DYE´yê hewl da Îranê entegreyî sîstema navneteweyî bike. Hin proje danîn holê. Heta cihekî hin serketin bi dest hatin xistin. Lê belê piştî ku rêveberiya Trûmp bû desthilatdar, polîtîkaya entegrasyonê ya rêveberiya Obama têrker nehate dîtin. Ji ber vê yekê jî bi gotinên ku Îran destekê dide terorîzmê û gefê li ewlekariya herêmê dixwe, hewl tê dayin sînoran deynin ber Îranê. Mînak; Wezîrê Karên Derve yê rêveberiya Trûmp serdana xwe ya destpêkê li Erebîstana Siûdî kir. Ev yek mesajeke cidî bû ji bo Îranê."

Ji prestîja Îranê çû

Heften destnîşan kir ku êrîşên li Îranê, prestîja Îranê hejandine û bi berdewamî got, "Hewldanên avakirina NATO´ya Ereb, peymanên hatin kirin, peyamên hatin dayîn û hê gelek mesajên din, hewldanên ji bo bisînorkirina Îranê ne. Li dû vê li Îranê hin bûyer qewimîn. Li paytexta Îranê Tehranê li du cihên sembolîk êrîş hatin kirin. Yek ji van parlamen bû, yek jî goristana Xûmeynî bû. Bi vî rengî prestîja Îranê û ya artêşê li herêmê û di nava gelê Îranê de bi awayekî cidî kêm bû."

Endîşeya Îranê mezin e

Heften diyar kir ku krîza Qatarê û hin bûyerên li herêmê, mesajên yekser ên ji Îranê re ne û anî ziman ku vê rewşê li Îranê rê li ber endîşeyeke mezin vekiriye. Heften got, "Dorpêçkirina Qatarê ji aliyê welatên herêmê ve, gefeke cidî ye li hemberî Tirkiyeyê. Ji bo Îranê jî peyamek e. Li aliyê din, xistina balafira rejîma Sûriyeyê ji aliyê DYE´yê ve li Sûriyeyê, xistina balafira keşfê ya Îranê, lêdana li hêzên Îran desteka wan dike, ev hemû bûyer dikarin weke mesajên ji Îranê re bên xwendin. Ji ber vê yekê jî Îran di nava endîşeyeke mezin de ye."

Ji gefê û wêde ne

Heften got, "Gavên li dijî Îranê, êdî ji gefê wêdetir, veguherîne rewşeke destwerdanê. Şer êdî nêzî Îranê ye" û wiha dewam kir: "Weke KODAR'ê me berê jî Îran bi vî rengî hişyar kiribû. Yanî me destnîşan kir ku guhnedana li daxwazên gelan, nenaskirina mafan û xwegirtina ji derve, gefên li ser Îranê mezintir dikin. Dema ku mirov gefên li hundir û derve dinirxînin, dibînin ku di dema pêş de dibe ku mîna Sûriye, Iraq û Lîbyayê li Îranê were. Lê belê bersiva zîhniyeta dewletparêz a li vê yekê, bû dubare ya berê."

Ti kes ji Tirkiyeyê bawer nake

Li ser nêzbûna li hev a Îran û Tirkiyeyê jî Heften got, "Dewleta Tirk berê deriyê dawî yê rojava ber bi rojhilat ve bû. Ev welatê endamê NATO'yê di nava bloka Rojava de cih digirt. Mesela, welatê destpêkê bû ku damezrandina Îsraîlê pîroz kir. Cîhana rojava gelek polîtîka di ser Tirkiyeyê re dimeşand. Ji ber polîtîkayên AKP û Erdogan êdî ne rojava, ne jî rojhilat ji Tirkiyeyê bawer dikin. Tirkiyeyê hemû têkiliyên xwe bi rengekî bê pîvan qedandin. Piştî ku bi tenê ma, dixwaze berê xwe bide rojhilat. Dixwaze xwe nêzî Rûsya, Îran û Çînê bike."

Li dijî Kurdan tên cem hev

Li ser sedemên nêzbûna li hev a Îran û Tirkiyeyê Heften got, "Ya yekemîn; Îran wê kêfxweş be ku Tirkiye ji cîhana Roajva û bloka Siûdî qut bibe. Ya duyemîn, aliyê hevpar ê navbera Îran û Tirkiyeyê ew e ku her du jî li dora mijara Kurdan li hev dicivin. Her du dewlet, Kurdên li çar parçeyan weke gefekê li dijî xwe dibînin. Ev yek jî dibe sedem ku Îran û Tirkiye xwe nêzî hev bikin."

'Yekîtiya Kurdan pêngaveke stratejîk e'

Endamê Konseya Rêveber a KODAR'ê Mazlûm Heften li ser pêwîstiya Kurdan a di vê pêvajoyê de got, "Kurd êdî di şerê sêyemîn ê cîhanê de aktor in û li meydanê ne. Eger Kurd dixwazin di vê sedsalê de bibin aktorê sereke û dîrokê binivîsînin, şertê yekemîn yekîtî ye. Pêwîst e Kurd bibin xwedî siyaseta hevpar, yekîtî û yek gotinê. Eger me hinekî ders ji dîrokê derxistibin, divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Yekîtiya Kurdan wê bibe pêngava herî stratejîk." 

NAVENDA NÛÇEYAN