Şer li Idlibê çav li Helebê - KENDAL CÛDÎ
Dewleta Tirk di sedsala 21`an de hewl dide careke din hevpeymana Mîsaqî Millî vejîne û herêmên Sûrî û Iraqê dagir bike.
Bêguman ji destpêka aloziya Sûriyê ve ango ji sala 2011`an ve, dewleta Tirk di çarçoveya hewldana xwe de, bi piştgiriya Rûsya û Emerîkayê, li Iraqê û nexasim Sûrî û Lîbyayê û di van demên dawîn de jî li Yemenê gelek gav avêtine.
Rûsya, Îran û rejîma Sûrî, di meha Sibatê de ragihand ku dewleta Tirk li gorî hevpeymanê tev negeriyaye û hêzên radîkal ji hêzên qaşo navê opozîsyonê li xwe dikin veneqetandine û çekên giran ji “herêmên bêçek" a Idlibê venekişandine.
Piştî vê yekê, hêzên navborî operasyoneke mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Idlibê da destpêkirin û vê carê yekser balafirên Rûsyayê, artêşa Tirk bi xwe kir armanc û di encamê de kuştî û birîndar ji artêşa Tirk çêbûn.
Operasyonê dewleta Tirk û çeteyên wê gelekî tengav kir. Erdogan xwe avête hembêza Emerîka û NATO’yê da ku di şerê li Idlibê de piştgiriyê bidinê. Lê tenê Emerîka û NATO’yê bi awayekî devkî got ew ê alîkariya dewleta Tirk bikin.
Erdogan neçar ma ku dîsa xwe biavêje hembêza Pûtîn û jê daxwaza agirbestê li Idlibê bike. Li ser vî esasî, di 5`ê Adarê de di navbera serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Tirk Erdogan de li ser agirbesta Idlibê hevpeyman hate çêkirin ku dewleta Tirk û polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi hev re li ser rêya M4 û herêmên ku rejîma Sûriye di vê operasyonê de bi dest xistibûn, dewriyeyên hevpeş pêk werin. Heta niha jî li gorî ku ew dixwazin, hevpeymana wan naçe serî.
Lê dewleta Tirk piştî vê agirbestê, hema mirov dikare bêje her roj hêzeke mezin ji leşker û alavên leşkerî wekî tank, topavêj û hwd. derbasî Idlibê kirin û heta îro jî ev yek dewam dike.
Li gorî çavkaniyan, heta niha dewleta Tirk zêdetirî 10 hezar leşkerên xwe anîne herêma Idlibê û zêdetirî 7 hezar alavên leşkerî wekî tank û di nav de jî moşekên Emerîkayê anîne Idlibê. Li kêleke vê jî heta niha zêdetirî 50 noqteyên çavdêriyê li bajar û gundewarên Idlibê çêkirine.
Dewleta Tirk îdia dike ku ew hêza aniye Idlibê, ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel a rejîma Sûrî li ser Idlibê û qaşo parastina sivîlên wê ye. Lê piştperdeya vê yekê û armanca rast a dewleta Tirk ne parastina Idlibê ye, berovajî çavê dewleta Tirk li bajarê Helebê ye ku ji alî jeosiyasî û aborî li Rojhilata Navîn û Sûrî xwedî cihekî stratejîk e. Jixwe dewleta Tirk Helebê jî beşek ji hevpeymana Mîsaqî Millî dihesibîne.
Bajarê Helebê ku bûbû navenda çalak a bazirganiyê di navbera Rojhilata Navîn û Ewrûpayê de, di encama hevpeymana di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, sala 2015`an dewleta Tirk ferman da çeteyên xwe ku ji Helebê vekişin û taxên di bin serweriya çeteyan de, hemû ketin bin serweriya rejîmê.
Lê armanca wê ya ji nû ve dagirkirinê, hîna bi dawî nebûye. Jixwe Erdogan beriya çend salan eşkere gotibû, ew ji Peymana Sykes-Pikot ne razî ye. Erdogan bi vê gotinê xwest balê bikişîne ser dagirkirina Helebê ya sala 1516`an ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve.
Herçiqasî nakokî di navbera Tirkiye û Emerîkayê de hebin jî, bêguman Emerîkayê erê nekiribûya dewleta Tirk wê nikarîbûya ewqas hêzeke mezin bibira Idlibê. Nûnerê taybet ê Emerîkayê ji bo Sûrî James Jeffrey di vê çarçoveyê de serdanek wî hebû. Jixwe ji bo Emerîka û NATO pirsgirêk nîne ku Tirkiye Idlibê heta Helebê dagir bike. Emerîka bi vê yekê dixwaze li Sûrî û herêmê bi tevahî Tirkiyê wekî hêzekê li dijî hebûna Rûsyayê bide xebitandin.
Rûsya, herçiqasî dibêje ew ê tevahiya Sûriyê vegerîne bin serweriya rejîmê jî, lê naxwaze hevalbendekî wekî Tirkiyê li herêmê winda bike. Armancên Rûsyayê ji Sûrî mezintir in, Rûsya dixwaze li herêma Deryaya Navîn bibe xwedî hêz û dixwaze Tirkiyê jî ji bo vê yekê jî bi kar bîne.
Îsraîl ku di vê demê de dîsa têkiliyên xwe bi Tirkiyê re xurt dike, pirsgirêkên wê tune ne ku dewleta Tirk Helebê û herêmên din ên Sûriyê dagir bike, armanca xwe ya sereke ewlehiya xwe ye û êdî bi awayekî azad bi dewletên cîranên xwe re bazirganiyê bike.
Di van rojan de, çapemeniya rejîmê operasyona li dijî Idlibê xistine rojeva xwe. Gelo wê Rûsya rê bide dewleta Tirk û çeteyên wê heta Helebê werin, di demekê de ku nakokî di navbera Pûtîn û Esed de zêde bûne. Di rojên pêşiya me de, êdî ev yek jî wê diyar bibe.