Piştî ku Firina Îhyatî ya li navenda bajêr û Sûk El Hal (sûka navendî) ya li bakurrojavayê bajêr hatin rizgarkirin, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê berê xwe da taxa El Cûra. Şerê pêr bi şev li vê derê destpê kirî heta doh danê sibehê dewam kir. Di vî şerî de 7 çete hatin kuştin. Bi vî rengî jî pirraniya bajêr ji çeteyan hatiye paqijkirin.
Piştî ku taxa Şêx Eqîlê hat rizgarkirin, li başûrrojavayê bajêr şer giran bû û li vir jî doh herî kêm 8 çete hatin kuştin.
Li rojava, bakurrojhilat û başûrê bajêr, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên Minbicî de heta kêliya nûçe dihat amadekirin jî şer dewam dikir.
Ji aliyê din ve şervanên Minbicê hemû taxên derdora Çerxerêya Ewlekariyê ya bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kir.
Nuqteya dawî ku şervanan rizgar kir, Goristana Şêx Iqêl, firne û Taxa Şêx Iqêl e. Çete êdî nefesa dawî li Minbicê dikşînin û Minbic nêzî azadiyê dibe.
Li Xaçerêya Ewlekariyê, Sûka El Nexta, Xaçerêya El Kura El Erdiye û li taxên Minbica berê yên li ser rêya Cerablûsê, şer giran e. Ji bo sivîlên li taxa El Sirb El Şemalî bên rizgarkirin jî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di nava hewldanan de ne.
MINBIC