Myles Caggins ji berdevkên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê ye. Pêr bi şev wî di ser hesabêx we yê twitterê re, dîmenên perwederyeke QSD*ê ji bo şervanên jin parve kir. Ji bo parvekirina xwe wî bi Kurmancî nivîsî “Şêr şêr e çi jin çi mêr e! Pîroz be li şervanên nû. Her bijî!”

Piştî vê parvekirinê dewleta Tirk di ser ajansa xwe ya fermî AA´yê re êrişî berdekê koalîsyona li dijî DAIŞ´ê Caggins kir û got, ew QSD bi sloganên PKK´ê pîroz dike. Sed mixabin ku piştî vê êrişa Tirkiyeyê Caggins ev tweeta xwe jê bir. Ev jî careke din nîşan dide ku dewleta Tirk her Kurdî û her tişta bi Kurdî êdî hew dikare qebûl bike ji ber ku armanca wê qirkirina Kurdan e. Ji ber ku PKK´ê weke hêza parastina Kurdan a dijkolonyal û dijqirkirinê dibîne jî, her kes û derdora li dijî qirkirina Kurdan bi PKK´yîbûnê gunehbar dike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN