BÊRÎVAN ELÎ / ROJNEWS/SİLÊMANÎ
Siyaseta şaş a Tirkiyê ne tenê bandorê li rewşa siyasî ya wî welatî dike, bandorê li aborî, bazirganî û hilberînê jî dike. Li gorî amareke fermî ya Yekîtiya Odeyan û Borsayan a Tirkiyê ku di sala 2019’an de eşkere kiriye, 963 hezar û 500 şîrket û fîrmayên Tirkî yên biçûk û mezin îflasa xwe ragihandine. Hejmara şîrketên gihîştine sînorê îflasê û alîkarî xwestine jî gihîştiye 899’ê.
Tirkiye bi îflasa şîrket, kargeh û fîrmayan derbasê sala 2020’an bû. Gelek şîrketên biçûk û mezin, kargeh û kooperatîfan îflas kirin. Gelek ji van jî ji bo îflas nekin û bikarin deynên xwe bidin alîkarî xwestin. Rabûn û daketina bilez a di nirxê pereyê Tirkî de, kêmbûna çavkaniyên hillberînê, bê îstîqrariya li welêt, siyaseta şer û dagirkeriyê, destwerdana li karûbarên welatên din û hwd gelek sedem Tirkiye ber bi krîzeke kûr a aborî ve dibe.
Helbet rêjeya konkordato jî di sala 2019’an de pir zêde bû. Şîrketên deyndar bûne û nikarin di demeke kurt de deynê xwe bidin, ji bo îflas nekin alîkarî dixwazin. Hejmara şîrketên konkordato daxwaz kirine ku di sala 2018’an de 94 bû, di sala 2019’an de derket 899 şîrketî. Ji vana 201 şîrket nekarîne ji îflasê rizgar bibin û îflasa xwe xwestine.
Di nava sala 2019’an de ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û pirsgirêkên dîplomatîk ên li gel welatên Rojhilata Navîn hinek welatan biryara boykotkirina malê Tirkiyeyê dan. Her wiha hinek welatên Yekîtiya Ereban û Bakurê Afrîka jî bi sedema ku malê Tirkiyeyê bazara welatên wan dagirkiriye biryara betalkirina peymanên aborî yên li gel Tirkiyeyê dan. Her wisa ji ber heman sedemê hinek welatan jî peywendiyên xwe yên bazirganî yên li gel Tirkiyeyê bi sînor kirin.
Parlementoya Misrê jî piştî Tirkiye, tezkereya şandina leşker ji bo Lîbyayê erê kir, biryara boykotkirina malê Tirkî da. Her wiha bang li saziyên peywendîdar ên Misrê hate kirin ku peymanên bazirganiyê yên li gel Tirkiyeyê betal bikin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê gelê Başûrê Kurdistanê boykota malê Tirkî û geştiyariya Tirkiyeyê kirin. Herçend Hikûmeta Herêma Kurdistanê boykota malê Tirkî nekir jî, lê piraniya gelê Başûr weke helwesteke netewî û ji bo piştgiriya berxwedana gelê Rojava biryara boykotê dan. Boykot li seranserê Başûr belav bû. Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Rêveberiya Hawirde û Hinardekirinê ya şaxê Hewlêrê, ji ber boykota malê Tirkî 492 milyon dolar hawirdekirina malê ji Tirkiye tê kêm bûye.
Aborînasên Tirk ji rewşa aborî ya Tirkiyeyê nîgeranin û pêşbînî dikin ku rewş hê zêdetir nebaştir bibe û îflas zêdetir bibin…