Lê di faktora şer de yanî di heq û mafan de, ji bo çi sedemê şer tê kirin. Di ayet û hedîsê de çawa fermana Aşîtiyê hatiye dayîn, her wisan jî fermana şer jî hatiye dayîn. Di sureya Beqere de Xwedê Teala ferman dike "gelî ew kesên ku li we zilm û zordarî tê kirin, hun jî bi wan kesan re şer bikin." Di vê ayetê de ku mirov dinihêre Xweda dibêje şer bikin, lê zilmê nekin. Xweda ji zilm û zordaran hez nake.

Şerê mezlûm û zaliman ne wek hev in, mirov dikare ji bona mafên xwe yên can, mal û neteweya xwe biparêze şer bike, lê ne bi zilm û zordarî. Mînak mirov zarokan, sivîlan, jinan û hemû xwezayê bide ber xwe, talan bike, nabe. Baş e, me hinek be jî serê mijarê vekir, gelo maf û jiyana mirovatiyê li ser çi esasî hatiye tanzîmkirin? Di ayetê de Xweda dibêje, "Gelî mirovan, me we ji dê û bavekî afirandiye, herwisan me we bi milet û qebîleyan gerandiye." Wek Ereb, Ecem, Kurd û gelên mayîn. Berdewamiya ayetê reng, ziman daye mirovan, kî ziman û rengê hev du înkar bike, wisan jî înkara ayet û Xweda dike.

Di vir de Xwedê Teala nabêje gelî Mislimanan, ew dibêje, gelî mirovan. Azadî û Aşîtî girêdayî bi olan û baweriyan nîne, girêdayî bi mirovan e. Di ti ol û baweriyê de cîh nedane zalim û zordariyê. Jixwe, armanca olan jî ji bona mafên mezlûman hatiye ku li hemberê zaliman biparêze.

Lê mixabin piştî Hz. Mihemed (s.e.w.) xîlafeta ola Îslamê kete destê Seltenet û Serayan. Em dibînin ku ji wateya mafên mirovan û mezlûman bi dûr ket. Bû desthilatdariya nijatperestiyê. Piştî Şehadeta Îmamê Elî, Muşrikên Mekeyê dibin desthilatdar. Tinekirina Ehlî Beyt û Şehadeta Îmam Huseyîn û bi şûn ve, em dibînin ku kesên an jî civakên li dij wan dertên, ji aliyê Emewiyan ve têne tinekirin.

Em li ser mafên mirovatiyê sekinîn, lê mirov him mirov û him jî bawermend be, barê mirovan giran dibe, lewre zêdetir divê ku ji maf û kesan re rêzdar be. Hedîseke pêxemberê Îslamê heye –dibêje, "Ew kesên ku mafên ji xwe re dixwazin, ji hevalên xwe re nazxwazin, ew ne bawermend û Misilaman in." Em binihêrin li sîstemên Rojhilata Navîn, ew xwedan dewlet û desthilatdar in û dibêjin, "em Bisulman in"; gelo tiştên ji xwe re dixwazin ji gelê Kurd re jî dixwazin, yan na? Bi serjimara xwe 40 mîlyon Kurd bê ziman, nasname û desthilatdarî ne. Bi navê ‘Heqê’ neheqî, bi navê ol û baweriyê dijberiya olê dikin. Ola Îslamê kirine qamçî, pê zilmê dikin. Bi navê fetwayên Yezîdê lawê Miawiye, dayîk, keç û bûkên me di sukan de wek cariye dikirin û difroşin. Gund û bajaran wêran dikin, piştre diçin nimêja înê û şukrê dikin. Ev jî dide nîşan, him li ol û baweriyê û him jî li mirovatiyê xiyanetê dikin.

Em bi gotineke Hz. Elî ber bi dawiya mijara xwe ve werin; wiha gotiye, "Kesa/ê serê xwe li hemberî zalîman bitewîne, û gotina wî yan jî wê erê bike, ew bi tevî mafên xwe, şeref û rûmeta xwe jî winda dikin".

Kesên li hemberî zaliman serî netewandî û heyanî roja îro tekoşîna azadî û serxwebûnê anîne, kesên Şerbeta Şehadetê vexwarî ne. Bi teybetî jî têkoşerên ji bona doza Kurd û Kurdîstanê. Em wan wek Şehîdên Ehlê Beyt û şehadeta wan wek şehadeta Îmam Huseyîn dibînin. Bila çavên wan li pey wan nemînin, lewre zarokên Qazî Mihemed, Şêx Seîd, û Seyîd Rizayan li hemberî zalîman, bi tevî Rêber û rêxistinên xwe têdikoşin. Bi hêviya rojên azadî û wek heviyê silametî bi we re be.



Feyzî Mîrhesen