Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPGê bi daxuyaniyeke diyar kir ku artêşa tirk ji 14´ê Nîsanê ve li navçeyên bi ser Mêrdînê dest bi operasyonan kiriye. HPG´ê da zanîn ku di 15´ê Nîsanê de artêşa tirk li gundên Nisêbînê Çalê û Cibilgiravê operasyon hatiye meşandin û beyî ku encamê bistînin bi dawî bûye.
HPG´ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li navçeya Mêrdînê Stewrê li nêzî gundê Erfanê li dijî yekîneyeke leşkeran çalakî hatiye lidarxistin û di vê çalakiyê de eskerek hatiye kuştin.  HPG´ê der barê operasyonên û tevgera di rojên dawî de ev agahî dan:
l Operasyona ku di 15´ê Nîsanê de li navçeya Mêrdînê Şemrexê li gundên  Sultan Şêxmus, Şêxan, Kanî Genîkê, Birikê, Şivistan, Tizyan, Benrişt û Ewina bi pêşengiya cerdevanan hatibû destpêkirin dewam dike.
l Artêşa Tirk di 17´ê Nîsan´ê de li navçeya Mêrdînê Mehsertê li derdora gundê Meşkina operasyon daye destpêkirin û kêmîn avêtiye. Di 18´ê Nîsanê de jî hêzên operasyonê şandin qeraqola Tinatê ya navçeya Midyadê.
l Di 18´ê Nîsanê de li navçeya Şirnex Silopiyê li herêma Cudî li herêmên Navsera Cudî, Kaniya Dolê, Deriyê Çilmêra, Zêrevan û Sefînê bi helîkopteran esker hatine bicîhkirin û operasyon hatiye destpêkirin. Operasyon bê encam bi dawî bûye.
HPGê her weha da zanîn  ku di 19´ê Nîsanê de jî li Herêmên Parastinê yê Medyaydê li herêma Haftanînê li dolên Alaniş ve Sulê û li herêmên Zavitê û Şehit Mervan bi topên hewan û obûsan êrîş pêk hatiye.

Li Ferqînê operasyona berfireh
Li gorî çavkaniyên herêmî, li navçeya Amedê Ferqînê jî li bêjahiya bajarokê Sêdeqnê, li herêmên Şêlima, Cûmatê û Malê Çehlê doh operasyoneke berfireh hate destpêkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêjmareke zêde wesaîtên bi zirx û leşker şandine herêma operasyonê û ji gundên derdorê jî bi sedan cerdevan tevlî operasyonê bûne.

Li Colêmerg û Dêrsîmê tevgera eskerî
Li Colêmerg, Dersîm û Amedê jî tevgera eskerî û hewayî zêde bû. Li Dersîmê bi helîkopteran esker şandin Pilomurê. Li Amedê jî hêjmareke zêde ya balafirên şer rabûn. Ji aliyê din ve ji bo li qeraqola Peyanis ya Colemêrgê hêjmareke zêde esker hate şandin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi wesaîteên bi zirx esker hatine şandin. Li navçeya Geverê jî li gelek gundan û li ser piran wesaîtên bi zirx û esker hatin bicîhkirin. Hat diyarkirin ku li herêmê amadekariya operasyonê tê kirin. n NAVENDA NÛÇEYAN