Berî avakirina komarê şer di navbera ConTirk û padîşah de bû. Kemalîstên wê demê ango ConTirk (Îttîhat Terrakî) bi meşrûtiyetê li hemberî îstibdada Evdilhemîd bi ser ketin. Bi dirûşma ‘hurriyet’ê wan desthilatî bi dest xist, lê piştre bi hestên neteweperest belayên mezin anîn serê gel. Bûyera Sariqamişê ku tê de 90 hezar leşker ji serma qefilîn, huner û destkira conTirkan e.
Jixwe neteweperestiya Tirkan destkir û berhema împeryalîstên alman e. Bi azweriya neteweperest û bi handana almanan, conTirkan Dewleta Osmanî xist Şerê Yekemîn ê Cîhanê. Di encamê de Împaratoriya Osmanî jî digel hevalbendên xwe têk çû, axa Osmaniyan hate dagirkirin. Piştre baskekî conTirkan bi pêşengiya M. Kemal derket holê, li dijî dagirkeran şerek da meşandin û bi ser ket. A rast şerê li dijî dagirkeriyê berî kemalîstan wekî berxwedaneke gelêrî dest pê kiribû. Kemalîstan piştre pêşengiya şer bi dest xist û hêzên gelêrî ji holê rakirin. Ji ber vê yekê jî di Meclisa Tirkiyeyê ya pêşîn nûnerên beşên cur bi cur ên gel hene û di Makeqanûna 1921’ê de jî daxwazên gelêrî hate radeyekê cih digirin. Lê belê piştre yekrengî û yekdengî li ser civakê tê ferzkirin. Makeqanûna 1924’an a Tirkiyeyê berhema desthilatiya teqez a kemalîstan e.
Piştî avakirina komarê kemalîstan desthilatî bi dest xist, lê şerê di navbera dûvajoyên conTirk û Evdilhemîdiyan de dom kir. Ji Serbest Fikrayê heta DP, AP, MSP, DYP, ANAP û AKP’ê hemû nûnerên îdeolojiya Evdilhemîd in. Jixwe îroAKP bi awayekî vekirî xwe wekî berdewamiya padîşahên Osmanî dibîne. Niha gelek kes Tayyîp Erdogan wekî padîşahekî nû bi nav dikin. Ev hêzên siyasî pişta xwe didin desthilatiya toreyî. Ji bilî wê jî ew piştgiriyê ji hêzên derveyî yên împeryalîst werdigirin. Bîrdoza van hêzên siyasî bîrdozeke kevnare ye, aliyê wê yê olî xurt e, lewre jî di nav civakê de bi awayekî xwazayî heye. Ji ber vê yekê jî ew ji kemalîstan zêdetir di nava gel de şax vedidin. Wekî din jî ji ber ku bîrdoziya kemalîstan a yekreng û yekdeng hemû civak êşandiye, ev desthilatdarên kevneparêz jî dikarin xwe wekî alîkar û alîgirên bindestan nîşan bidin û li ser navê demokrasî û azadiyê gel bixapînin.
Lê di rastiya xwe de her du hêzên desthilatiyê jî li dijî azadî û demokrasiyê ne. Ew her tim ji bo berjewendî û desthilatiyê têkoşiyane. Kîjanê desthilatî bi dest xistibe, zilm û zordariyeke mezin li gel kiriye. Jixwe di dîroka komarê de bi piranî dewlet di destê kemalîstan de be jî hikûmet di destê kevneparêzan de maye. Hikûmetên kevneparêz hingî zilm û zor li gel kiriye, dizî û şêlan hingî zêde kiriye, dema ku kemalîstan bi darê dorê riya artêşê desthilatî bi dest xistiye, gel dengê xwe nekiriye. Piştre îcar leşkeran zilm û zor li gel kiriye, dema desthilatî ketiye destê kevneparêzan gel kêfxweş bûye.
Heta desthilatiya AKP’ê rewş bi vî awayî bû, lê AKP’ê ne tenê hikûmet, êdî dewlet jî bi dest xistiye. Artêş jî êdî ketiye bin desthilatiya AKP’ê, niha rewşeke berevajî ya serdema berê heye. Êdî kemalîst di rewşa kevneparêzan de ne. Ji ber vê yekê êdî AKP bê tirs û paxav şûrê xwe li dijî dijberên xwe dihejîne; bixwaze kê bigire, digire; bixwaze bikuje, dikuje.
Ji ber vê yekê gel divê baweriya xwe bi van her du hêzan neyne. Yek ji ya din xerabtir û zalimtir e. Îro êdî hikûmet jî dewlet jî AKP’ê ye têkoşîna azadiya gelan berz û bilind bibe. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) divê bibe pêşenga vê têkoşînê.