Hebûna însan, li ser 'şerm'ê bilind bûye. Kûrahiya însan, şerm bixwe ye. Feylesofî, zanistî, wêje, huner, edeb û her wekî din, evana tev, ji bo xêzkirina bingeha çerçove ya şermkirin a însanê ye. Ango ji bo ku însan nirxa şermkirinê jibîr neke, ji şermkirinê dûr nekeve, ji wê sûd bigire, bedewî ya şermkirinê li mêjiya xwe di cihekî xemilî de bigire, wekî binavkirina taybetmendiya însan wate ya şermkirinê hatiye binavkirin. Di vî behsê de wêje, edeb, huner û feylesofî canê xwe kirine sepetê, hildane pişta xwe û heta niha hewl dane ku “şerm”ê biparêzin; rastiya wê bidin zanîn, her tim li ber çavan bigirin, ku kes ji şermkirinê bêparî nemine. Çi ku, ji şermkirinê dûrketin, ji însanetî dûrketin bixwe ye.
Wek mînak, werin em hunera wêje û edebê hildin dest. Di vî qadî de bi hezaran sal berhem hatin afirandin, piştî hezar salan hat û di destê Dosyoyevskiyê de gihaşt encamekî, gihaşt asta herî bilind. Û Dostoyevskî -ku her yek berhemên wî tena bi ser xwe “destana însan” e-, hemû berhemên xwe di nav berhema “Sûc û Ceza”yê de pijand û heland, temam naveroka vê pirtûkê jî li ser şermkirina lehengê xwe ve (Raskolnîkov) saz kir û damezirand. Ku dema wî û piştî dema wî çiqasî feylesof, zanist û ramanger hatin, li ser rewanşînasiya însan berhemên wî nişan dan... Çi ku Dostoyevskî, ji her tiştî wêdetir li ser nirxên derûnî yên “însan”ê re kûr bûbû û di kûrahiya însanê de jî şermê dîtibû.
Sozek heye, dibêjin; “di şerê de berî her tiştî rastî dimire”. Erê rast e… Lê gelo çima?.. Berî ku rastî bimire, divê însanek hebe ku bi destê xwe ve ew rastî tarî bike, bixeniqîne, bikuje, ango bimirîne. Lê ger însan însan be, nikare ku rastiyê bikuje... Di destên wî/ê de quweteke wîsa nîn e. Wê deme? Wê deme, ji bo ku însan rastiyê bikujîne, divê berî vê qabîliyeta xwe ya şermkirinê wenda bike. Ji ber vê yeke jî em dikarin bejin gava şer dest pê kir; berî însan û rastiyê, “şermkirin” dimire.
Lê binêrin; şerên ku di roja hanê de, di roja nûjen de tên meşandin, berî însanê, taybetmendiya wî/ê ya însanbûnê, ango şermkirinê dikujin. Çi ku şermkirin, yekemîn pêlekan a însanbûnê ye. Zanîn, exlaq, wîjdan, hiquq, her wiha nirxên cûrbecûr li pişta şermê tên, gava şermkirin di ruhê însanê de cihê xwe wenda kir, yên din êdî ne muhîm in. Ji ber wê jî, ger şermkirin nemirî be, însan nikare şerekî bêexlaqiyê bimeşîne.
Va çend roj e, ez li sûret a desthilatarên Komara Tirkiye yê dinêrim; her tişt di cih de ye, lê şerm nîn e. Gava ew kêmasî hebe jî; îja hewce nake ku em qala nerastî, derewînî, qurnazî, bêexlaqî, bêwîjdanî, qala dijmintiyê bikin.
Li Kurdistan şerê tunekirinê dane destpêkirin… Çi zar, çi kal û pîr, çi sivîl, çi şervan, her roj însanên me yên bêhijmar têne kuştin. him jî bi şêweyên hovane… Lê ez tenê mînakek nîşanî we bidim; televizyonên xwe vekin, nûçeyên teqîna Enqere… Serokwezîr û Serokomara Tirkiyê ku di derheqa vê bûyerê de daxuyanî didin temaşe bikin; rû yê wan binerin, ji nêz ve, bi diqet binerin, bi bandor bin, dê hûnê bibînin, berî her tiştî şermkirina xwe kuştine. Ji ber wê jî, tunebûna exlaqê, tunebûna wîjdan, tunebûna însan êdî tiştekî watebar e. Muhîm nîn e.
Encam; yên ku şerê qirej dimeşînin bi vî hawî ne; ji ber vê yeke jî, ji bo berxwedêran rê ya serkeftinê rê ya parastina şermê, ango rê ya parastina nirxên herî esas a însanetiyê ye.