Hevşaredarên Nisêbînê Cengîz Kok û Sara Kaya şande di maqama xwe de pêşwazî kirin. Li vir Hevşaredar Kok derbarê Nisêbînê agahî bi şandeyê re parve kir.
Piştî ziyareta şaredariyê şandeyê gelê Nisêbînê û esnaf ziyaret kirin. Dawiyê jî şande çû Parqa Mûsa Anter ya ku ji hêla hêzên dewletê hatiye xerakirin. Li vir Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle axivî û diyar kir ku hovîtiya li Nisêbînê hatiye meşandin tenê polîs û cenderme ne berpirsyar in û wiha domand: “Berpirsyarên van hovîtiyan ên digotin ‘kevir li ser kevir nehêlin, ser li ser seran nehêlin’ Serokomar Erdogan û Dewlet Bahçelî ye.“Dîcle xwest ji bo ku vegere malên xwe divê qedexe bi temamî rabe. Her wiha bang li Kurdan kir ku ji bo avakirina Nisêbînê hêzê bidin kampanyaya malbatên hevkar.
DÎHA/MÊRDÎN