Yeko ARDIL
Gotineke navdar heye: Dîrok tim xwe dubare dike, li binê guhê mirovan dikeve. Her çiqas babeta niqaşê be û gelek kes û alî jî li ser li hev nekiribin jî, bi taybetî di mijara dîktatorî, zulm û stemê de dihê dîtin ku cih, dever, kes, reng û deng diguherin, lê pergala dijmirovî her xwe dubare dike.
Di salên 30´î de ew pergal li parzemîna Ewrûpayê serdest bû. Kapîtala giştî zikê xwe nepixandibû, li riyeke valakirinê digeriya. Aliyên bi qiloç û stirh yên dewlemend li hemberî hev bûn. Di ser de jî Elmanan xwe li hemberî dewletên emperyalîst yên cîhanî lawaz û bê desthelat didît. Şerê yekemîn jî wenda kiribûn, wê jî li ser derûniya wan, li ser hestên neteweyî bandoreke neçê dikir.
Di wê tengaviyê de riyên yasayî nema feyde dikirin, peywendiyên asayî jî derdên serdestan derman nedikirin û dîrokê xwe careke din dubare dikir. Parzemîna herî pêşketî ya mirovahiyê li xwarina serê xwe digeriya, Ewrûpaya ku bihuşta cîhanê bû xwe ji kuştina xwe re amade dikir.
Ji bo wê jî kes, derfet û pergal pêwîst bûn. Leheng diviyabû! Va ye, di nav mercên wilo de Arturo Ui derketin.
Niha gava em li Rojhelata Navîn dimeyzînin, em dibînin ku heman rewş bi kesayetên cihê, bi şûnwarên cuda û pergalên cuda re li dar e. Navê pergalan diguherin, Nazî dibin AKP, Hîtler dibe Erdogan, an jî navên DAEŞ û Nusra tevli nav literaturê dibin, lê dîroka pîr xwe ji bo şerê qirêj dubare û heta pirrbare dike.
Di wan dem û mercan de ku Elmanya serkêşiya wê pergala xwînrijînê dikir, bi navê Bertolt Brehcht nivîskarek jî hebû. Ma ne, cîhan tevde ji xeraban pêkhatî nîne. Brecht di wan deman de ku ji ber pergala Hîtler û naziyan li welatên Skandînavya xwe vedişart, ev fikra nivîsîna serboriya Arturo Ui di hişê wî de kemilî bû. Xwe diavêt kîjan welatî, naziyan ew der jî dagir dikir. Gav bi gav Ewrûpa dabûn ber xwe û bi pêş diketin. Rawestgeha Bertolt a rizgarker wê Emerîka bûya. Li welatê pişt Umanê bi navê Arturo Ui şelandvanek navdar dibû, zexm dibû û bêyî ku bê astengkirin bilind dibû.
Nivîskar, têkiliya Hîtler a bi kapîtalîstên Elman û hevkariya gangsterên Chicagoyê ya bi karsazan re dişibîne hevdu. Brecht li ser vê yekê dibêje, "Ev lîstik ji bo rê li ber rêz nîşandayîna kujerên mezin bigire, hatiye nivîsandin. Lewre divê kujerên mezin bên eşkerekirin, bi taybetî jî di nav qeşmerî û pêkenokiya wan de divêt bên nîşandayîn. Ew di rastiyê de ne kujerên mezin ên sîyasî ne, lê sûcdarên komkujiyên mezin in. Li gorî min, ev mijareke pirr cihêreng e.
Di wê lîstikê de armanca ku gihiştina wê dihê xwestin, rêgirtina rêza girseyên nezan a ji kujerên mezin re ye. Di jiyana rojane de, gelek caran zanist jî gava behsa hin kesayetên kujer ên dîrokî dikin, bi rêzdarî tevdigerin. Di nav wan kesan de Cengîz, Hûlagû, Fatîh, Napolyon û wd jî hene. Jiholêrakirina wê rêzdariyê li gorî Brecht ji bo mirovahiyê wek merceke bivênevê ye.
Vê gavê gelek kes û derdorên ku ji bo kujeriya Erdogan li çepika dixin jî di nav wê heman hest û halî de ne.
Ew zikê, wê qirêjiyê derdixe, nivîskar wek sedem jî pergala kapîtalîst dide nîşan. Lê di navenda lîstikê de analîza Marksîstî ya kapîtalîzmê nîne. Serlîstikvan şelandvanek e, lê tabloya derdikeve pêş mirovî ev e: Ya sawdar qeşmerî ye, pêkenok e û ew jî di heman demê de sawdar e. Brecht cudahiya di navbera kapîtalîst û faşîstan de jî wiha rave dike, "Yên kapîtalîst berî derkevine pêş muşteriyên xwe destên xwe dişon, lê yên faşîst hewcedariyê bi wê jî nabînin.
Di wê serdemê de ku faşîzma Hîtler Ewrûpa vediguhezand dojehê û pirraniya nirxên mirovahiyê tine dikir, li parzemîna Emerîkayê serboriyên şelandvan an jî gangsterên wek Al Capone dihatin gotin.
Nivîskar ji herdu serboriyan berhemeke nemir afirand û danî ber me. Niha heman lîstik li welatê me li ser dikê ye. Arturo di kirasê Erdogan de karê xwe dike, li dora wî Peker Mekerên tetikkêş, Bahçelî bi wan, bi artêşa yek milyonî ya kujeriya wê hatî çespandin û bi sed hezaran mît û tîmên xwînxar jî ne qaîl e. Hîn pirtir li kujerên zîrek digerin.
Brecht di sala 1958´an de derbarê felsefe û peyama lîstika xwe de wiha digot: Mirovahiyê dikarîbû rê li ber wan kujerên mezin bigire, di demê de ew pêkan bû. Lê mixabin niha gelên cîhanê wî deynê giran safî dikin. Ji bo Arturo Ui yên li Anatoliyê hîn dem û derfetên pêşîgirtinê hene. Ev hilbijartina 24´ê Hezîranê jî parçeyek ji wan derfetan e.