Her wiha êşîrên gundewarê Heleb û Idlibê Cejna Qurbanê li şervanên herêma Şehbayê pîroz kir û gotin ew heta dawiyê bi wan ra ne.
Şandeyek ji nûnerên Meclîsên herêmên Şehbayê bi boneya Cejna Qurbanê, serdana şervanên hêzê
şoreşger ên di çeperan de kirin.
Şandeyê çûn serdana şervanên li gundê Herbel û Um El-Hoş ên ku nû ji çeteyan hatin rizgarkirin. Şandeyê Cejna Qurbanê li wan pîroz kir û nûnerên meclîsê gotin ku tevahiya herêmên Şehbayê li pişta hêzên şoreger in.
Di dawiya serdanê de şandeyê serdana malên gundiyan
Eşîrên Ereb û Turkmen destek dan şervanan
Rûspiyên eşîrên “El-Bobena, El-Imêrat, El-Cîs, El-Mecamîdê, El-Boxemîs, El-Begara, El-Demalxê” tevî gelek eşîrên din ên Ereb û Turkmen ên gundewarên Heleb û Îdlibê bi rasthatina Cejna Qurbanê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Daxuyaniya hevbeş eşîrên Heleb û Îdlibê wiha bû:
“Em wekî rûspî û şêxên eşîrên herêmên Şehba yên gundewarê Heleb û Îdlibê, Koalîsyona Demokratîk a Niştîmanî ya Sûriyeyê û hemû sazî û dezgehên herêma Şehbayê em lehengên xwe yên li eniyên şer silav dikin. Baweriya me jî ew e ku wê hemû êş û azarên gelê me veguherînin serkeftin û kêfxweşî.
Tirkiye li Sûriyeyê fitneyê derdixe
El-Bobena, El-Imêrat, El-Cîs, El-Mecamîdê, El-Boxemîs, El-Begara, El-Demalxê û hemû eşîrên din ên Ereb û Turkmen ên gundewarên Heleb û Îdlibê em dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ji herêma Bakûrê Helebê re şermezar dikin û em li hemberî vê destwerdanê û her destwerdaneke dewletekê disekinin. Em dewleta Tirkiyeyê wekî berpirsyarê vê fitneya ku li Bakurê Sûriyeyê çêdibe, dibînin. Ew di navbera pêkhateyên Sûriyeyê yên Kurd, Ereb, Turkmen û pêkhateyên din de tevlîheviyê derxînin.
Em lehengên Meclîsa Leşkerî ya Babê ku ji bo rizgarkirina gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wî, hemû hewldanên xwe dikin, spas dikin.”
ANHA/EFRÎN