DANA OMER / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku di 25’ê Îlona 2017’an de, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî cara yekem serdana Bexda kir û hevdîtin kirin. Hinek derdor vê serdanê wekî “piştî têkçûnê nûkirina têkiliyan, çareserkirina nakokiyên di nava PDK’ê de”, hinekan jî wekî “Şikestineke mezin, bi daxwaza Îranê pêk hatî” şîrove kir.

22’yê Mijdarê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû serdana Bexdayê. Li wir ji aliyê serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Celbusî û serokê hêzên Heşdî Şehbî Hadî Amirî ve hat pêşwazîkirin.

Bi gelek kesan re rûnişt

Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê berê Heyder Ebadî, serokê Eniya Hikme, Emar Hekîm, serokê Tifaqa Wetenî, Îyad Elawî, serokê Eniya Sedir Muqteda El Sedir, serokê Hizba Dawe, Nurî Malikî, serokê Projeya Erebî (hêzên sunî) Xemis Xencer, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Celbusî, serokê Îtilafa Fetah Hadî Emar, Serokê Hevpeymana Eta Erşed Salih û Serokê Eniya Tirkmenan re civiya.

Ragihandinên nêzî PDK’ê vê serdanê weke serketineke mezin a kesayetiya Barzanî dinirxînin. Li gorî hinek aliyên siyasî yên Iraqê jî Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de serdana Bexdayê kiriye.

Şikestinek siyasî ya Barzanî ye

Lê saziyên ragihandinê yên ji derveyî PDK’ê û çavdêrên siyasî, vê serdanê bi rengekî din dinirxînin. Di van nirxandinan de gotinên Barzanî yên di dema referandumê de tên bibîrxistin û serdan wekî binketinê tê binavkirin. Ev derdor balê dikişînin ser wê yekê ku Barzanî beriya salekê digot, “êdi hincetek an jî bingehek nemaye ku em li gel Bexda bimînin. Em ê bi Bexdayê re weke du cîranan bimînin”, lê niha serdana Bexdayê dike û bi serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî û bi kesên li dijî referandumê re civiya. Lewre ev serdan şikestineke mezin a siyasî ya Barzanî ye.

Referandum ji bo propagandaya PDK’ê bû

Yek ji rêvebirên YNK’ê Saman Germiyanî, di ragihandineke nêzîkê YNK’ê de got, serdana Barzanî ya Bexdayê tê wateya ku careke din karekî weke referandumê dubare neke.

Germiyanî diyar kir ku di serdana Barzanî de kifş bû ku referanduma herêmê, tenê ji bo propagandaya PDK’ê bû û ne projeyeke nîştimanî bû.

Serdanek ji tirsê ye

Li gorî hinek çavdêrên din yên siyasî, serdana Barzanî ya ji bo Bexdayê ji ber bi tirsa PDK’ê bixwe ye. Çavdêr balê dikişînin ser wê yekê ku PDK ditirse hebûna wê li Iraqê nemîne û dibêjin; “Namzetê PDK’ê Fuat Huseyîn di hilbijartinên serokkomariya Iraqê de bi bin ket. Piştî van pêşketinan diyar bû ku PDK her çiqasî di Parlamentoya Iraqê de xwedî 25 kursiyan be jî, nikare wezîrên di dilê xwe de bi dest bixe. Lewma dixwazin bi vê serdanê têkiliyên xwe nû bikin.”

Nakokiyên malbatî

Mesûd Barzanî di dema serdana Bexdayê de, kurê xwe Mesrûr Barzanî jî bi xwe re biribû, lewma vê jî kir ku şîroveyên cuda bên kirin. Hinek çavdêr diyar dikin ku ev tê wateyê ku Barzanî dixwaze Mesrûr Barzanî bi hêz bike û dibêjin; “Nêçîrvan Barzanî naxwaze di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bikeve destê Mesrûr Barzanî. Ji ber vê yekê Mesûd Barzanî bi vê serdana xwe ya Bexdayê û hewldana xwe ya ji bo radestkirina mijara neftê ji bo Bexdayê, dixwaze pêşbaziya siyasî ya di nava malbata xwe de, di feydeyê Mesrûr Barzanî de bi kar bîne.

Ji ber zextên Îranê çêbûye?

Hinek ragihandinên Ereban jî balê dikişînin ku serdana Barzanî ji ber zextên Îranê çêbûye. Ragihandinên Ereban diyar dikin ku Îran dixwaze di nava Parlamentoya Iraqê de bi hêzên ku di nava Hikûmeta Iraqê de lawazmayî re hevpeymanekê çêke û serdana Barzanî jî di vê çarçoveyê de bûye.

Li gorî van ragihadinan aliyên ku tê xwestin di hevpeymanê de cîh bigirin jî ev in: Nurî Malikî, Hadî Amirî, Heyder Ebadî û Mesud Barzanî. Ev alî difikirin, di Hikûmeta Iraqê de zirar li wan bûye. Wek mînak, serokê hêzên Heşda Şehbî Hadî Amirî ku di şerê dijî çeteyên DAIŞ´ê de gelek serketin bi dest xistin, lê heya niha nekariye di hikûmeta nû ya Adil Ebdulmehdî de Falih Feyaz bike Wezîrê Navxweyî.

Bandora Îranê

Her wiha hin dezgehên ragihandinê dibêjin, Îran dixwaze bi vê yekê hevpeymaneke bi hêz di nava Parlamentoya Iraqê de çêke. Îran bi vê yekê dixwaze dema ku hikûmeta Adil Ebdulmehdî biryarek li ser ambargoya Îranê bide, zext lê bike û wê lawaz bike. Yanî dixwaze bi vê hevpeymanê rêya ambargoya ser xwe bigire. Îran dixwaze Iraq weke çavkaniyekê ji bo xwe bi kar bîne daku bandora ambargoyê kêm bike.

Bi giştî di rojên dawî de serdana Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê wiha tê xwendin. Ya li vir derketî holê, ew e ku dibe ku ev serdan di berjewendiyên PDK’ê de bin. Lê nediyar e wê ev serdan çiqas bi kêrî Kurdan bê.