
Êzîdiyên ku ji Rojava hatibû Şengalê, li gel şêniyên bajaroka Xanesorê, bi dirûşmeyan heta kozikên şervanên YBŞ/YJŞ’ê meşiya û piştgiriya xwe anî ziman. Êzîdiyên Hesekê piştî serdana Goristana Şehîdan kirin, derbasî “Baxçeyê Serokatî” bûn û serdana gerîlayên HPG’ê yên li vir kirin. Girse piştre jî derbasî Xanesorê bû û ji ber Meclîsa Xanesorê heta kozikên berxwedanê yên YBŞ/YJŞ’ê meşiyan.
Di meşê de alên YBŞ/YJŞ’ê, Meclîsa Avakar a Şengalê, Mala Êzîdiyan a Rojava, Kongra Star hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Heya dilopa dawî ya xwîna me heye berxwedan
Meşvan li kozikên berxwedanê ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ’ê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre li ser navê girseya ku ji Rojava hatibû Ebdulxenî Oso axivî û got:“3`yê Tebaxa 2014’an êrîş hatin şikandin. Wê demê dixwestin gelê Êzîdî qir bikin. Lê berxwedanek mezin hat nîşandan û ev planên wan pêk nehatin. Niha jî dixwazin viya berdewam bikin. Lê belê bi bedelên mezin, berxwedan hat nîşandan. Heta dilopek xwîna me hebe, em ê li ser rêya wan bin. Em wekî Êzîdiyên Rojava dibêjin ku em ê heta dawiyê piştgiriya gelê xwe yê Şengalê bikin. Tu kes nikare van deran dagir bike. Em ê parastina xwe bikin.”
Di pêşwazîkirinê de li ser navê YJŞ’ê Sorxîn Sîdar jî axivî û got: “Em ê heta azadiyê têkoşîna xwe bidin meşandin da ku karibin wekî jin xwe bi xwe biparêzin”. Piştî axaftinan, girseya gel dîsa heta ber avahiya Meclîsa Xanesorê bi dirûşmeyan meşiya. Li vir girseya Rojava, bi merasîmekê oxirî Rojava hat kirin.
ŞENGAL