Di serdanê de ligel Abdullah alîgirê Hevserokên Kantona Kobonê Xalit Berkil, ji tevgera jinan Nûjîn Yusuf û parlamentera berê ya Ewropayê Feleknaz Uca jî amade bû. Di serdanê de li ser êrîşên dawî yên li ser kantên Kobanê Û Cizîrê hatin axaftin.Piştî hevdîtinan heyeta ku di nav de hevseroka PYD'ê jî hebû derbasî Dêra Deyrulzafaran bûn û li vir Metropolîta Amed-Mêrdîn Salîba Ozmen ziyarte kirin. Hevdîtina ku ji çapemeniyê girtî pêkhat piştîtî hevdîtinê li ber deriyê dêrê Metropolît Ozmen û Asya Abdullah daxuyaniyek dan.


'Bi sed salan em bi hev re dijîn'

Ozmen di axaftina xwe de diyar kir ku li Kantona Cizîrê bi sedsalan e gelên Suryanî û Kurd bi hev re dijîn û da zanîn ku wan derbarê jiyan hevpar a bihevre sûd ji Hevserok Asya Abdullah wergitine. Ozmen da zanîn ku ew der barê êrîşên li ser suryaniyên ên çeteyên DAIŞ'ê axivîne û wiha got: "Hêviya me ew e ku li her derê cihanê û bi taybetî li herema me hemû gel bi aştiyek mayîn de bijîn."

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah jî diyar kir ku ew li ser geşedanên dawî yên li Rojava û Kantona Cizîrê axivîne. Abdullah da zanîn ku Kantona Cizîrê ji aliyê gelan ve cihekî mozaîk e û wiha got: " Li Kantona Cizîrê gelek çand, ol û bawerî bi hev re dijîn. Ev hevdîtina me jî ji bo xurtkirina vê hevrejiyana salan em hêj xurtir bikin e. Vê yekê jî em dikarin bi jiyaneke demokratîk pêk bînin. Li hemerî hemû rêşên li ser me encax em bi yekitiyê ji têkoşîna ku em bidin encamê bigrin."

Abdullah herî dawî di axaftina xwe de carî naye qebûlkirir û wiha got: "Em li hemberî van êrîşên hovane ên li hemerî welatiyên sivîl bang li hemû derdorên demokratdikim ku hêj bêtir hestiyar tevbigerin û piştgiriyê bidin rêkoşîna me." 


 DÎHA/MÊRDÎN