Hisên Kerkûkî gotinên Sînîrlîoglu ya di konferansa MERI ya li Hewlêrê de yên heqaretên dijî tevgera azadiya Kurd de wiha bersivand; “AKP a ku li Bakûrê Kurdistanê her roj li ser Kurdan komkujî dide meşandin, hewl dide vî rûyê xwe yê şer li derve jî bide dewam kir. Bi teybetî jî dijminatiya xwe ya li hemberî Rojava û Tevgera Azadiya gelê Kurd de.”
Der barê serdana wezîrê karê derve yê Tirk Ferîdun Sînîrlîoglu ya Başûrê Kurdistanê de, Kerkûkî wiha peyîvî; “Yekane serdana Sînîrlîoglu ya Başûrê Kurdistanê, bi teybet li gel PDK’ê, daxwazkirina piştgiriya ji bo şerê dijî Tevgera Azadî, êrîşên ser Rojava û zêdekirina têkiliyên li ser petrola Herêma Kurdistanê ye.”
Kerkûkî diyar kir ku Tirkiye îro bi piştgiriya xwe ya bi DAIŞ’ê re tê naskirin û wiha dewam kir; “Ger wezîrekî dewletek wiha dagirker û zalim îro li Herêma Kurdistanê bê pêşwazîkirin û tevlî konferansa weke ya MERI bê kirin, bê guman wê ji bo xwe heqaret kirina li hemberî Tevgera Azadî û nirxên gelê Kurd weke mafek bibîne.”
Di dawiyê de Kerkûkî pêşwazîkirina Sînîrlîoglu ya li Herêma Kurdistanê rexne kir û wiha got; “Pêşwazî kirina wezîrê dewletek ev çend dagirker û şerxwaz bi cidî cihê rexnê ye.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ