Heyetek ku ji endamê Parlamentoya Ewropayê Josef Weidenholzer û rojnamevanên Awûstûryayî pêk tê, li gel Parlamantera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, çûn serdana kampa Êzîdiyan a navçeya Yenîşehîrê. Heyet, derbarê rewşa Êzîdiyan de agahî girt û li kampê lêkolînan kir. Endamê Parlamentoya Ewropayê Josef Weidenholzer, da zanîn ku piştî lêkolînên li Kobanê û Laleş niha jî hatine vê derê. Weidenholzer diyar kir ku ew zehmetiyên ku Êzîdî dijîn baş dizanan û dixwazin derbarê van pirsgirêkan de xebatên taybet bimeşînin. Weîdonholzer wiha berdewam kir: „Ji bo sererastkirina rewşa Êzîdiyan divê em hin xebatan bikin. Ji bo alikariyên pêwîst divê em li Ewropayê bixebitin. Ji bo çareserkerine pirsgirêka penaberan divê herkes berpirsyariyên xwe bîne cih.“

Weîdenholzer her wiha destnîşan kir ku divê alikariyên ku Ewropa ji bo penaberan li Tirkiyeyê dike, bigihe kampên di bin banê şaredariyan jî.  


 AMED