Hevserokê PYD'ê Salih Mûslim di dawiya axaftina xwe de balkêşand ser rêveberiya demî a ku tê hêvikirin li rojavayê Kurdistanê were damezrandin. Mûslim derbarê mijarê de dîtinên xwe wiha rêz kirin: “Em li gelek aliyan dibîhîsîn ku, dibêjin wê li Rojava hikumetek ya demî were damezrandin. Lê tiştek wisa tuneye. Ji ber ku li Rojava hîn rewş ne gihiştiye wê astê di pêvajoya nîqaşê de ye. Tişta em dixwazin bikin ewe ku, pêwîstiyên jiyanê, pirsgirêkên aborî, civakî, çandî û siyasî li rojavayê Kurdistanê hene. Ji bo ku ev pirsgirêkane werin çareser kirin pêwîst dibînin ku rêveberiyek sivîl ku bi îrada gel were hilbijartin ava bikîn. Ev rêveberiya sivîl ya ku wê were avakirin tenê ji bo demekê diyare. Dema ku çareserî û aramiyek li Sûriyeyê pêkhat, wê demê wê sîstemek çareseriyê ji bo tevayî Sûriyeyê were danîn û ev rêveberiya ku em ji bo rojavayê Kurdistanê behs dikin jî wê ji holê rabe. ”
Endamê Desteya Rêvebir yê PÇDK’ê Azad Şêxanî keyfxweşiya xwe ji bo serdanê anî ziman û wiha wiha axifî: “Em bi serdana şanda PYD’ê ya di bin pêşengiya hevserok Salih Mûslim de gelek keyfxweşîn ku partiya me PÇDK ziyaret kirin. Em wek dû partiyên Kurdistanê hem di aliyê bîr û bawerî de hem jî di aliyê armanc de gelek nêzî hevîn. Em wek PÇDK misyona PYD’ê di hola tekoşîna nojavayê Kurdistanê de xwedî cihek ciyewaz û girîng dibînin ku mohra xwe li hevsengiyên siyasî yên navnetewî daye û ev barê giran daniye ser milên xwe.”
Herwiha Şêxanî di berdewam axaftina xwe de girtina deriyê sinorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kir bang li aliyên têkildar kir ku demek ji ya din zûtir deriyê Rojava vekin.
NÎHAT KAYA – WEHBÎ DEMÎR/DÎHA/HEWLÊR