Muslim got ku wan dixwest bi vê serdanê sîstema Rêveberiya Xweser bi civaka Ewrûpa û rojavayî bide nasîn û rewşa Rojava û Sûriye bi temamî bixin nîqaşan û ji bo projeya Jinûve Avakirina Kobanê çareseriyan riyên piştgiriyê bibînin.


Sîstema Rojava bala wan kişand

Enwer Muslim destnîşan kir ku ew piştî çûn Rûsyayê beşdarî ‘Kongreya Yekrêziya li dijî DAIŞ’ê’ ku di 20’ê Cotmehê de li paytexta Rûsaya Moskovayê hate lidarxistin, bûne.

Muslim got: “Piraniya nîqaşên di kongreyê de hatin kirin derbarê rewşa Kurdan, sekna wan a li hemberî terorê û berxwedana efsaneyî ya Kobanê de bûn. Kesên beşdarî kongreyê bûbû, sîstema Rêveberiya Xweser a Rojava ecibandin û li ser şeklê sîstema rêveberiya Sûriyeya pêşerojê nîqaş kirin. Li wir hate gotin ku divê di navbera pêkhateyên herêmê de sîstemeke demokratîk were avakirin.”


Nêrîna wan diguhere

Muslim da zanîn ku hevgirtina pêkhateyên Rojava bala her kesê li wir kişandiye û sîstema Rojava ji bo tevahiya herêmên Sûriye wekî nimûne dibînin û hêvî dikin ku li Sûriye pêk were.

Enwer Muslim diyar kir ku ew bi Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov û hin şêwirmendên wî re hevîdtin kiriye û rewşa Sûriyeyê nîqaş kirine.

Enwer Muslim di berdewamiya serdana xwe ya li Rûsyayê de bi nûnerên Peymangeha Çavdêriyê ya girêdayî Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê re civiyaye. Ev peymangeh ji kesên lêkolîner pêk tê. Lêkolînên wan derbarê netewên ku li Rojhilata Navîn wekî Kurd, Ereb, Tirk, Ermen û hwd de ne. Li wir her wiha bi gelek profesorên Rûs ku derbarê doza Kurd û pirsgirêkên Kurdan de dinivîsin, re hevdîtin kir.

Muslim got ku di van hevdîtinan de jî gelek nîqaş û pêşniyar hatine kirin û destnîşan kir ku di gelek xalan de nerînên wan nêzî hev bûn.


XUNAV ÎSA/ANHA/KOBANÊ