Di destpêkê de cîgirê Şaredarê Silêmaniyê Şêx Omer Mehwîd xêrhatina mêhvanan kir û derbarê bajarê Silêmaniyê de agahîdan. Mehwîd got ku; Silêmaniyê di tekoşîna azadiya gelê Kurd de bûye navendek girîng û gelek mirovên siyasetmedar, rewşenbîr, xebatkar ji vî bajarî derketine.
Di hevdîtinê de rewşa bajarê Wanê ya piştî erdhejê jî hate gotûbêjkirin. Şaredarê Silêmaniyê Xesro Kemal bilêv kir ku, ew weke gelê Silêmaniyê bi vê bûyerê gelekî xemgînbûne û da zanîn ku, piştî erdhejê ji bo alîkariya gelê Wanê ew jî seferberbûne. Şaredara Sixkê Nezahat Ergûneş jî derbarê xebatên şaredariya Sixkê de agahîdan û danasîna şaredariyên Kurd yên li Bakûrê Kurdistanê kir.Ergûneş anî ziman, li rexmî hemû bêderfetî, zorî û zehmetiyan jî ew hewl didin xizmetek baş ji gel re bikin.
Piştre heyeta şaredariyê li Ofîsa Odeya Bazirganiyê ya Silêmaniyê bi serokê Odeya Bazirganiyê Sîrwan Mihemed Mehmûd re hevdîtinek pêkanî.

Serdana Helepçeyê kirin
Heyeta şaredariya Sixkê piştre derbazî navçeya Helepçê bûn.Heyetê li Navenda Qeymeqamiyê bi qeymeqamê Helepçê Goran Ehmed Rehman û Şaredarê Helepçê Xidir Kerîm Mihemed re hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtinê de qeymeqamê Helepçê Rehman bi xêrhatina heyetê kir û kêfxweşiya xwe derbirî. Rehman ragihand ku, ev serdan ji bo wan pir bi wate ye û ewpêşanazin ku pêşwaziya şandekjişaredariya BDP’ê dikin.
Şaredara Sixkê Nezahat Ergûneş jî diyarkir ku, ew hatina Helepçê pir bi wate dibînin. Ergûneş got: “Helepçe bi kîmyabaranê hati bû zûha kirin, lê belê em niha dibînin ku bajarekî şîn û zindî heye. Ev jî hêviyê dide me”.
Piştî hevdîtinan heyetê bi tevê şaredarê Helepçê serdana muzeya Helepçê kirin û agahî wergirtin. Heyetê herî dawî bi tevê endamên koma 88’an serdana goristana şehîdên komkujiya Helepçê kirin. 

ANF/SILÊMANÎ