Bi giştî herêma Botan û bi taybetî jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi taybet hemû jinên kiras û fistan û zilam jî şal û şapik her tim li xwe dikin û lê ciwan tenê di rojên taybet de kincên di nava gel de jê re “Leşkerî” tên gotin li xwe dikin. Lê piştî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi “Paketa ewlehiyê” ku cil û bergên netewî bi hinceta “Unîforma” yê qedexe dike, hate derxistin, vê car ciwan jî tevlî ixtiyaran bûn û ne tenê rojên taybet, ji bo bertek nîşanê paketê bidin her tim li xwe dikin. Ji ber vê yekê jî firoşkerên li navçeya Cizîrê diyar kirin ku ew bûne şahid ku bi Newrozê re û her wiha hefteya dawî jî ji bo bertekê nîşanê paketê bidin jî ji zarokên pêçekê bigirin heta 70 salî êdî eleqeyek mezin nîşanê kincên netewî dan e.
Eleqeya hemû nifşan heye
Esnafê bi navê Xenî Akdogan (35) ku ev bi salana di firoşgeha xwe de cilên Kurdewar difiroşe destnîşan kir ku piştî “Pakêta ewlehiyê ya navxweyî” ket meclîsê kirîna cilên Kurdewar zêde bûye û wiha got: “Ev 17 salin ez di Sûka Tarî de esnafim lê ti caran min qasî vê heftiya dawî cilên Kurdewar nefirotine. Bi taybetî beri newrozê ji 7 heta 70’ê salî welatî hatin firoşgehê û şal û şapik standin. Welatiyan wextê tirgal, şal û şapik distandin bertek nîşanî zagonê didan. Me îsal gelek cilên Kurdewar firotin niha di destên me de xilas bû ne.
‘Me bûhaya cilan erzan kir’
Akdogan, da zanîn ku esnafên Cizîrê piştî derketina paketê bûhaya cilên Kurdewar erzan kirine û ev tişt gotin: “Wextê ev zagon dihat nîkaşkirin me esnafan jî ji bo xwedîderketina nirxên xwe biryar stand ku em bûhaya cilên Kurdewar erzan bikin. Her wiha di heftiya ewil de em bi cilên Kurdewar hatin ber firoşgehên xwe. Tirgal, şal û şapik bi hezaran salan ji bav û kalên me ji me re ma ne. Çand û nirxa me ye. Em qet qedexekirina van cilan qebûl nakin. Kes nikarê çanda me qedexê bike.”
Li metrpolê dikana cil û bergên Kurdewar
Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê malbata Ozvariş dikanek kincên Kurdevar vekir. Navê dikanê Kofî û Fistan ê ku cil û bergên Kurdewar çêdike û difiroşe. Xwediyên dikanê Sema û Mihemed Ozvariş serpêhatiya sedema vekirina dikanek wiha vegotin. Sema Ozvariş diyar kir ku ew çûye kîjan dawetê dîtiye ku keçên Kurd kincên abiye yanî yên jinên li metropolan li xwe dikin li xwe kirin û ji ber vê yêkê aciz bûye. Ozvariş, da zanîn ku ew fikiriye çima jinên Kurd çanda xwe ya bi nav û deng nadin jiyîn. Ozvariş, anî ziman ku piştî demek şûnda ji hevserê xwe xwest dikanekî wisa vebikin. Ozvariş bilêv kir ku piştî wan dikan vekir gelek kesan ew pîroz kirin.
ŞİRNEX/STENBOL