
Li Cizîra Şirnexê doh dibistanên dewletê hatin boykotkirin û zingilên dibistanê ji bo dersên vala lêdan.Gelê Cizîrê ku doh zarokên xwe neşandin dibistanên tirk bi daxwaza perwerdehiya Kurdî heta ber miduriyeta perwerdehiya millî meşiyan. Di meşê de pankartên "Dibistana Seretayî ya Bêrîvan ji bo gelê me ser xêrê be", "Em bi zimanê xwe hene, em ê zimanê xwe bijîn", "Ziman bedene, xwedî li bedena xwe derkeve" û bi dowîzên "Zimanê me rumeta meye", "Sînorê zimanê min, sînorê cihana mine" û "Bê ziman jiyan nabe" hatin hilgirtin. Girse bi berzkirina dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", Şehit namırın", "Biji Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" heta miduriyetê meşiyan.
Dibistan hatin boyko kirin
Li ser navê girseyê rêveberê KURDÎ-DER'ê Abdurrahman Aşkin daxuyanî xwend. Aşkan diyar kir ku qedexekirina ziman tê wateya qedexekirina gel û wiha axivî: "Ziman nasnameya gel e. Gelê ku zimanê xwe winda bike çand û rûmeta xwe jî winda dike. Ji ber vê yekê xwedîderketina li zimanê xwe û zimanê xwe bi awayekî azad bijîn dikarin hebûna xwe biparêzin." Aşkan da zanîn ku ew daxwaza perwerdehiya Kurdî dikin û ji ber vê yekê ew ê hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanê.
Ber bi dibistana Bêrîvan ve meşiyan
Piştî daxuyaniyê bi hezaran kes bi lêdana çepik û tîlîliyan heta Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a ku li taxa Nûrê ye meşiyan. Girde demekê li ber dibistanê govend gerandin û dawiyê bi merasîmê dibistan vekirin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku gelê Kurd ji bo van rojan bibîne gelek berdêlên giran dan û wiha got: "Ji niha şûnde em ê nîşanî her kesî bidin ku em ê xwe bi xwe bi rêve bibin. Berê dibistanên me tuen bûn lê niha dibistanek me çêbû û zarokên me dê li vir hînî zimanê Kurdî bibin."
‘Emê wê biparêzin'
Piştî Îmret Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî axivî. Sariyildiz got ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek mezin meşandine û wiha pêde çû: "Ev dibistana ku em vedikin deskeftiyên gelê Kurd e. Divê her kes xwedî li vê destkeftiyê derkeve." Piştî axaftinan dibistana Bêrîvan bi çoş û kelecaneke mezin hat vekirin. Xwendekarên dibistanê ji bo perwerdediya Kurdî bibînin ketin dersê.
Bi navê Ferzad Kemanger dibistan
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger li Amedê bi merasîmeke girseyî hat vekirin.
Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger, ku wê yekemcar li Amedê perwerdeya bi zimanê Kurdî bide, hat vekirin. Beriya merasîma vekirinê, girseya gel bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê meşek lidar xist.
Bi sedan kesên li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn hatin cem hev, ji vir ber bi Qeymeqamiya Baglarê ve meşiyan. Di meşê de li gel gelek xwendekarên dibistan boykot kirin, malbatên wan, rêveberên DBP, KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, KCD û Rêxistinên Civakî yên Sivîl amade bûn.
Di meşê de li gel hilgirtina pankartan dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rûmeta me ye" hat qîrîn.
Li dû meşa li ber Qeymeqamiya Baglarê bi dawî bû de Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn daxuyaniyek da çapemeniyê. Gultekîn da xuyakirin ku êdî gelê Kurd wê înkara li ser zimanê dayikê qebûl neke û bang li gel kir ku zarokên xwe bişîne dibistanên alternatîf ên Kurdî.
Li dû Gultekîn rêvebera Navenda Giştî ya Egîtîm Senê Sakîne Esen Yilmaz jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li perwerdeya bi zimanê dayikê rexne kir û got, "Eger bersiv ji daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê re neyê dayîn, bi dersên hilbijartî yên mîna henekê xwe bi vê daxwazê dikin bersiv were dayîn, wê gelê Kurd jî dibistanên xwe bi xwe çêbike."
Li dû daxuyaniyê bi sedan kesî, ber bi Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Baglarê ku doh dest bi perwerdeyê kir meşiyan. Piştî meşa ku bi dirûşman li hewşa dibistanê bi dawî bû, qûrbeleya vekirina dibistana bi Kurdî perwerdeyê bide, ji aliyê zarokên wê li dibistanê perwerdeyê bibînin ve, ku unîformayên taybet ên ji bo dibistanê li xwe kiribûn, hat birîn.
Piştî merasîma vekirinê zarok derbasî sinifan bûn û dest bi dersa xwe ya yekemîn a bi Kurdî kirin.
ŞIRNEX/AMED
Li Geverê vekirina bi coş
Piştî Amed û Cizîrê xwendekarên Geverî jî li dibistana bi Kurdî dest bi dersan kirin. Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş bi dahol û zirne hat vekirin. Di merasîma vekirinê de Hevşaredarên Geverê, rêveberên DBP'ê yên Navçeyê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Nûnerên Egîtîm Senê yên Geverê, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, rêveberên KURDÎ-DER û gelek kesên din amade bûn.
Gelek kesên li Xaçerêya Girtîgeha Berê ya li Kolana Cengîz Topel hatin cem hev, heta Midûriyeta Perwerdeya Milî bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dest bi meşê kirin.
Ji nûnerên KURDÎ-DER ê Geverê Denîz Bulbîn li vir axivî û got, "Em xwedî li zimanê xwe ye dayikê ku mafê me yê herî xwezayî ye derdikevin. Em ê îro dibistana xwe ya bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide 'Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş vekin. Li tevahiya gelê me pîroz be."
Girseya gel piştî daxuyaniya çapemeniyê, li ber Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a li Taxa Esenyûrtê hatin cem hev. Dibistan ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vekirin. Hat ragihandin ku dê û bavê zarokan di roja destpêkê ya perwerdeyê de li cem zarokan bûn. Li dibistana ji 4 dersxaneyan 100 xwendekar wê perwerdeyê bibînin.
COLEMÊRG
Li Kurdistanê dibistan vala ne
Di roja destpêkê ya sala perwerde û hîndekariyê ya 2014-2015'an de, dibistanên dewletê vala man. Zarokên Kurd ên perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin, wê tevahiya hefteyê dibistanan boykot bikin. Boykota hefteyekê ya dibistanên dewletê, bi pêşengiya Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK'ê, TZP-Kurdî, KURDÎ DER, Mala Piştgiriyê ya Zimanê Kurdî (MAPER), Egîtîm Sen, ÎHD, KESK, KCD, DBP û HDP'ê, îro destpê kir.
Di serî de Amed, Colemêrg, Şirnex, Wan û Mêrdînê li gelek bajarên Kurdistanê dibistan vala man. Li navçeyên Amed Yenîşehîr û Baglarê, zarok li şûna dibistanan çûn parkên lîstikê.
Mîna her salê îsal jî beşdariya herî bilind a li boykotê li navçeyên Colemêrg Gever û Şemzînanê hat kirin. Li Geverê hema bêje hemû dibistan hatin boykotkirin. Di serî de dibistanên YÎBO, lîse, dibistanên seretayî û dersxaneyan xwendekar neçûn dibistanan. Hema hema temamiya 163 dibistanên li navçe, bajarok û gundan hatin boykotkirin, li dibistanan bi tenê rêveberên, mamosteyên dibistanan û zarokên polîs û leşkeran hebûn.
Li Colemêrg, balkêş e ku li dibistanên zêdeyî hezar xwendekarên wan hene, bi tenê çend xwendekar dihatin dîtin. Merasîma fermî ya vekirina sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya li Dibistana Seretayî û Navîn a Ş. Selahattîn, bi beşdariya hejmareke kêm a xwendekaran pêk hat. Hat îdîakirin ku hin rêveberên dibistanan ji malbatan geriyane û ji wan re gotine "zarokên xwe tevlî merasîmê bikin, bes e."
Li Nisêbînê jî boykot di asta lîseyê de xwedî bandor bû. Li Lîsteya Ataturk a Nisêbînê ti xwendekar nehat dîtin, li dibistanên seretayî û navîn ên Bulent Pekdemîr, Fatîh, Ogûshan, Gazî Paşa, Edîp Mûngan, Yildirim xwendekar bi tenê ji bo wergirtina pirtûkên xwe çûn dibistanê. Li Mûş û navçeyên wê, li navçeya Riha Pirsûsê jî xwendekar tevlî boykotê bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN