
Li vê gerdûnê ji şewat, helandin û windahiyên ku nayên zanîn wêdetir, çiyayên mezin û bilind ên ku xwedî newal û geliyên kûr in, hene. Bi qasî Herekol, Cûdî, Gabar, Çirav û Agirî mezin û pîroz in. Xwedî pêngavên jiyanî û dîrokî yên dûr û nêz in
Çirisîna stêrkên asîman çiqas dûr be jî hevsenga wan a jiyanê tê zanîn.
Şev û roj, jiyan û mirin û gerdûn ji wana kûr û firehtir in lê peyv û hevokên ji wana pêk tên çavkaniya ronahiya dil û mêjiyê mirovahiyê ne.
Bi kirdebûyîna jiyanê bi hebûan civakê dikaribû derbasî qonaxa xwe ya nû bûbûya Di bingeha têgihîştina hemû pêngavên jiyanî û dîrokî de ev heqîqet heye.
Ne pêngavên dîrokî û jiyanî yên serdema Egîdan tenê, gelo kîjan hêz dikare teyrê li ser hêlînê û ajdayîna gulberojkê ji hevsenga van gerdûnên xemilandî qut bike?
Li vê gerdûnê ji şewat, helandin û windahiyên ku nayên zanîn wêdetir, çiyayên mezin û bilind ên ku xwedî newal û geliyên kûr in, hene. Bi qasî Herekol, Cûdî, Gabar, Çirav û Agirî mezin û pîroz in. Xwedî pêngavên jiyanî û dîrokî yên dûr û nêz in. Roniya heyv û stêrkan têra wan nake. Tenê bi rojê dikarin ronî bibin, ya pêk tê ev e.
Çav, dil, mêjî û kesayeta ku bi wan ronî dibe, berpirsa hebûna gerdûnên hevbeş jî datîne ser milên xwe. Ji dar û daristanan û xêr û berên wan, ji teyr û xezalan, îlm û yeqînan, niştecih û kêmaran vedike rêya azadiya hemû zindiyan. Dil ji ber ku azad e û herikbar e nêzî jiyanê ye. Ev têgihîştin girîng e, ji ber ku watedayîna xwezayê, ango gerdûna duyemîn pênase dike û bi qasî jiyanê xwedî heman jêderka azad e.
Wekî tê zanîn, azadî di her kêliya jiyanê de heye. Têgihîştina vê rastiyê bi xwe jî pênasekirina azadiya herikbar e.
Ji ber vê yekê, dema em qala pêngava serdema Egîdan dikin, divê tenê roj û demek neyê fêmkirin. Ji ked û xwîna berxwedêrên dîrokî yên tên û nayên zanîn heta berxwedêrên zindanan, ji serhildanên herêmî û neteweyî heta lehengên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ji Şoreşa Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr heta Rojhilata Navîn divê giyana jiyana azad bê fêmkirin û jiyandin. Ji ber ku wekî din tu danasîn û pênaseyên din vê giyanê nadin nasîn.
Ya di pêşengiya Egîdan de pêk hat, ajdayîna honandina jyana azad bû.
Ya ku îro li Kobanê, Şangal û Girê Spî pêk tê, domandina vê giyana azad a herikbar e.
Azadî ne bê cih û bê war e lê em dizanin, war jî bi egîd û lehengên xwe diyar e.
Şanaziya kurd û Kurdistanê îro ji vir tê.
AHMET ATLI / Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya KOCAELIYÊ