Têkoşîna Kurdan a li Bakurê Kurdistanê dikeve qonaxeke nû. Rêxistin û rêveberiyên civakî ji îro û pê de wê xwe bi xweseriya demokratîk an jî bi rêveberiyên xweser bi nav bikin. Li Gimgim, Farqîn, Xîzan, Gever, Silopiya, Cizîr, Şemzînan, Bazîd û li çend navçeyên din rêveberiyên xweser hatin ragihandin...
Wekî tê zanîn; Kurd di serdema modern de, li her çar parçeyên welêt, tim rastî polîtîkayên serdestan ên komkujî, tunekirin û asîmîlasyonê hatin. Ji kurdbûn û nirxên kurdewariyê re mercên jiyanê ji holê hatein rakirin. Lê, li hemberî van polîtîkayan Kurdan li ber xwe da, deriyên jiholêrabûnê girtin û îro bi pratîkî be jî, dikanin hinek mafên xwe yên neteweyî û civakî bi kar bînîn...
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdî, ji destpêkê heta îro tenê bi hêza xwe ya cewherî, yanî bi hêza gel, bi pêş ket. Pişta xwe neda hêzên biyanî û serdest. Li hember hemû êrîşên serdestên herêmî û navdewletî têk neçû û bi serket û di encama vê yekê de jî Kurd îro bi avakirina jiyaneke nû ve mijûl in.
Kurd wê çawa bijîn, wê xwedî statûyeke çawa bin, têkîliyên wan bi xelkên din û dewletan re wê çawa bin û ew ê destketiyên xwe çawa misoger û mayînde bikin?..
Niha ev mijarên sereke yên rojeva Kurdan in. Li Başûr, hişmendiya demokratîk û saziyên demokratîk hîna bi pêş neketibin jî, rêveberiyeke federe ya Kurdî heye. Li Rojava, li sê kantonan, xweseriya demokratîk a bi nirxên demokratîk xemilî, tê avakirin. Bi xelkên din ên li herêmê re jiyaneke wekhev, adilane û azad tê bipêşxistin…
Li parçeyê mezin, li Bakur jî Kurdan êdî biryara xwe daye; ew ne mecbûrî polîtîkayên dewleta Tirk a zordest in.
Wekî tê zanîn; ev mehek e ku dewleta Tirk bi serokatiya R.T.Erdogan, li dijî Kurdan şerekî giran daye bipêşxistin. Piştî ji hêla Erdogan ve jiholêrakirina ‘pêvajoya çareseriyê’, bi sedan insanî jiyana xwe ji dest da; bi dehan zarok û ciwanên Kurd hatin kuştin, daristanên Kurdistanê tên şewitandin, arteşa Tirk li Rojava, Başûr û Bakur gerîlayên Kurd (yan jî hedefên bi zena gerîla ne) bombebaran dike, laşên gerîlayên Kurd tên parçekirin û teşhîrkirin, wekî li Gimgim, Farqîn, Silopiya û Şemzînanê; navçeyên Kurdan tên wêrankirin...
Lê li hemberî vê hovîtiyê Kurd bêçare nîn in; teslîm nabin, vîna xwe nadin binpêkirin û bersivê bi îlankirina rêveberiyên xwe yên xweser didin. Li Colemêrg û navçeyên wê, li Şirnex û navçeyên wê, li Gimgim a Mûşê, li çend navçeyên Amedê û herwiha li Serhedê xelkê daxuyand ku ew êdî otorîteya zilmkar a dewleta Tirk nas nakin!…
Piştî daxuyaniyên xweseriyê, hevserokên şaredariyên Kurd yek bi yek hatin binçavkirin û hinek jî hatin girtin. Yanî dewleta Tirk di qebûlnekirina vîn û hebûna Kurdan de bi israr e û ji çareseriya pirsgirêka Kurd a bi riyên diyalogê re xwe hîna jî kerr û kor dike.
Wexta mirov bi giştî li qewmînên li Rojhilata Navîn binihêre; dibîne ku polîtîkayên dewleta Tirk ên dijkurd gişt pûç in û siberoja wan tune ye. Ev siyasetek e ku pirr caran hatiye ceribandin û wekî her carê jî ew mahkûmê bibinketinê ye.
Ev serdem, qet naşibe serdemên berê... Ne Kurd û rêxistinên wan, ne dewleta Tirk, ne rejîmên Rojihlata Navîn, ne jî xelkên herêmê wekî berê ne. Bi her awayî, serdemeke nû ye. Di nava hemû aktorên herêmî de yê herî zêde rêxistinbûyî û xwedî perspektîfeke demokratîk, Kurd in. Têkoşîna çil salî gîhiştiye qonaxeke nû û li Bakur îlankirina rêveberiyên xweser jî nîşana vê yekê ye...
Kurd him rêxistinî ne û him jî xwedî perspektîfeke demokratîk in. Ji xwe encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê aşkere kiribû; ku li Kurdistanê Kurd dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Yan dewlet wê bi makeqanûneke nû vê yekê misoger bike û mafên Kurdan ên neteweyî nas bike, yan jî Kurd wê di riya xwe de, li gorî armancên xwe bimeşin.
Helbet îlankirin tenê ne bes e; xweserî wê li gorî hewcedariyên xelkê bi rêxistinîkirina her warê jiyanê û bi tevlîbûna xelkê bi serkeve...