• Doza azadiyê ya Kurdistanê ketiye serdemeke nû. Dewleta Tirk li dijî doza mafdar a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî statuya gelê Kurd dest bi êrişeke berfireh kiriye. Çar aliyên Kurdistanê divê pêvajoyê rast fêhm bikin.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV. Karayilan bersiv da pirsên Arjîn Ferat û li ser êrişa dewleta Tirk a li Heftanînê, girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û çalakiyên gerîla axivî. Hin beş ji axaftina Karayilan: “Em her roj şehîdan didin, di nava şer de ne. Doh di Berxwedana Cenga Heftanînê de du hevrêyên me bi navê Mazlûm û Egîd li Girê Dûpişkê bi berxwedaneke dîrokî gihîştin şehadetê. Di şexsê van hevrêyan de şehîdên Cenga Heftanînê bi bîr tînim, soza ku me daye şehîdan dubare dikim. Em di yekîtiyê de israr bikin Dewleta Tirk a dagirker naxwaze ku yekîtiya neteweyî ya Kurdan ava bibe, ji ber ku gelekî ji vê ditirse. Ji xwe her welatpaêzekî Kurd dema ku bala xwe bide ser daxuyaniyên dawî yên Mevlut Çavûşoglû wê bibîne ku dewleta Tirk a dagirker çi ye, wê rast fêhm bike. Daxuyaniya Çavûşoglû ecêb e, mîna serseriyekî gefê dixwe. Hem gef li YNK'ê xwar hem jî li ENKS'ê. Lê belê esasî gef li PDK'ê xwar. Ji bo li ser Başûrê Kurdistanê xeta nokeriyê bidome, tevî zextê; zexta siyasî û leşkerî bi rengekî eşkere gefan jî dixwe. Dibêje, 'Eger hûn bibin yek, eger hûn bi vî rengî tevbigerin ez ê we bikim hedef'. Vê yekê bi rengekî eşkere dibêje. Baş e, dema ku dijmin tiştekî wiha got, divê li pêşberî vê yekê gavê bi paş ve biavêjin? Na! Madem dijmin wiha dibêje, wê demê di vir de xêr heye û divê li ser vê yekê mirov israr bike. Li ser çapemeniyê bi rengekî eşkere dibêje 'hin dewlet jî bi wan re dilîzin, ev yek lîstik e'. Herhal mebesta xwe Emerîka û Fransa ye. Ji ber ku ew dewlet di navbera ENKS û PYD'ê de navbeynkariyê dikin qala wan dike. Peyama bi êrişa Heftanînê Şîrovekarî wan têkildarî operasyona li dijî Heftanînê dibêje, 'Divê operasyona Heftanînê tenê weke operasyona dagirkirina Heftanînê neyê dîtin'. Peyama ku dide girîng e. Dibêje, 'Dixwazin Bakurê Iraqê û Bakurê Sûrî bikin yek. Herduyan li hev kom dikin û didin rûniştandin. Ev operasyon peyamek û destwerdanek li vê yekê ye'. Yanî bi eşkereyî dibêjin 'em operasyonê li dijî siyaseta Kurd dikin, dest li siyaseta Kurd werdidin, divê Kurd nebin yek'. Ji Şêladizê aciz in Bombekirina Şêladizê jî heman tişt e. Yanî bi vî rengî dixwaze gefê bixwe. Çima bi taybetî Şêladizê? Ji ber ku di destpêka sala derbasbûyî de li Şêladizê raperîneke gelekî şoreşger çêbû, baregeheke leşkerî ya dijmin hate şewitandin û hêlwêsta gelê Başûrê Kurdistanê nîşan da. Ji ber vê yekê li dijî Şêladizê bi kîn in, ev êriş kirin. Mixabin 5 welatiyên me şehîd bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê re dixwazim. Ew şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ne û ew ê di mezinbûna vê têkoşînê de xwedî li bîranîna wan derkevin. Divê her kes serdemê rast fêhm bike Em ketine serdemeke nû. Di vê serdemê de hem Rojhilat, hem Bakur, hem Başûr û hem jî Rojavayê Kurdistanê divê serdemê baş û rast fêhm bikin. Doza azadiyê ya Kurd îro ketiye serdemeke nû. Dewleta Tirk li dijî doza mafdar a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, li dijî statuya gelê Kurd dest bi êrişê kiriye. Ev êriş gelekî berfireh e. Armanca xwe qirkirina gel û civaka Kurd e. Dixwaze statuya gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, destketiyên Kurdan ên li her deverê ji holê rakin. Dixwaze nehêle ku gelê Kurd bibe xwedî nasname. Armanca bingehîn a stratjiya wan wiha ye. Bêguman astên taktîkî yên vê stratejiyê jî hene. Niha bi vî rengî tê meşandin. Ev yek jî nîşan dide ku em bi rewşeke nû re rû bi rû ne. Kes li benda talîmatê nemîne Li dijî vê rejîma faşîst qirker divê bêhtir têbikoşin. Em zanin ku niha gelek ciwan hene ku dixwazin tevlî nava refên gerîla bibin, lê rê nabînin. Ji hevalên hatine em bi vê yekê hesiyan. La rast eger bi rengekî afirîner tevbigerin dikarin xwe bigihînin gerîla. Yên ku karibûn bên bila tevlî gerîla bibin, yên nikarin jî dikarin bibin YPS'î. Li wir bimînin û bibin hêza xweparastinê. Dijmin, îro çiya, deşt, daristan û heywanên me dişewitîne, hestiyên wan, gorên wan dike hedef, erda me dagir dike, dixwaze koka me biqelîne, gelê me qir bike. Eger wisa be divê mirov li hemberî vî dijminî bêdeng nemîne. Ti ciwan bêçare nîne. Du sê ciwan dikarin bêne cem hev û çalakiyê bikin. Nebêjin sîleha me tineye. Sîleha wan niftik û heste ye. Dijmin mal û çiyayên me hemûyan dişewitîne, hingê em jî baregehên wan bişewitînin. Em ne yê xelkê asayî, em deverên wan ên ekonomîk bikin hedef. Banga me li her ciwanekî Kurd, li her welatparêz û demokratên li Kurdistan û Tirkiyeyê wiha ye; li dijî vê rejîma faşîst çalakiyan bikin. Dem ne dema axaftinê ye, dema çalakiyê ye. Ji bo vê jî bila kes li benda talîmatê nemîne." ANF/BEHDÎNAN