Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel a Kurdistanê, Mûrat Karayilan bû mêvanê radyoya Dengê Welat û rojev nirxand. Karayilan salvegera PKK’ê li her kesî pîroz kir û got, Gelê Kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê îro li sê parçeyên Kurdistanê têdikoşe. Ev têkoşîn gihiştiye asteke nû. Em dixwazin sala 41’ê ya PKK’ê bi gerîlayên serdema nû pêşwazî bikin û êdî gavên nû biavêjin.
Li zindanan zilmeke mezin heye
Karayilan Berxwedana girtiyên li zindanan jî silav kir û got, “Şikandina tecrîdkirina Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo peywira me hemûyan e. Li zindanan li dijî vê jixwe berxwedan heye. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê dike. Li hemû zindanan zilmeke mezin heye. Di heman demê de siyasetvana hêja Leyla Guven berxwedanek da destpêkirin. Em hemû berxwêderên kedkar û şoreşger silav dikin.”
Tevgera Apoyî asteng nabe
Mûrat Karayilan bal kişand ser biryara Emerîkayê ya li dijî sê siyasetvanîn pêşeng ên Kurd û got, “Emerîkayê bi biryara xwe ya dawîn komplo nû kir. Ji ber ku komploya navneteweyî li ber pûçkirinê bû. Armanca komployê ev bû ku fikr û îdeolojiya Rêber Apo ji holê rakin û tevgera azadiyê tasfiye bikin. Lê îdeolojî û felsefeya Rêber Apo ji her demê xurttir e.
Şideta li jinê hovîtiya pergalê ye
Karayilan îşaret bi têkoşîna azadiyê ya jinan jî kir û got, “Em têkoşîna azadiyê ya jinan silav dikin. Li Kurdistanê têkoşîna jinan a li dijî baviksalariyê roj bi roj xurt dibe. Em qîma xwe bi şermezarkirina şideta li jinan nayînin. Divê em şidetê ji holê rakin.”
ANF/BEHDÎNAN