Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), kongreya xwe ya 3. a asayî bi şiyara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu; em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin” li dar xist.

Kongre bi beşdariya hevserokan, nûnerên saziyan, bi sedan delegeyan û mêvanan pêr li bajarê Elmanya Kolnê hat lidarxistin. Di kongreyê de parlamentera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer jî axivî.

Di axaftinên li kongreyê de hat destnîşankirin, ku divê li hemberî êrişên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê bersiveke xurt ji Ewrûpayê were dayîn û nêrînên li ser bipêşvebirina xebatên lobî hatin pêşkêşkirin. Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ya ji 53 kesan hat hilbijartin. Ji bo Hevserokatiya NAV-DEM’ê jî Fatoş Goksûngûr û Bahattîn Dogan bi piraniya dengan hatin hilbijartin.


Xwedîderketina li xwerêveberiyê

Ji biryarên di kongreyê de hatin dayîn çendekên girîng bi vî rengî ne:

“1- Li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê xwedî li pêngava xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê were derketin; ji bo serketina wê xebatên siyasî, dîplomatîk û aborî wê bimeşîne.

2- Destekê dide Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê. Danasîn û avakirina vê sîstemê ji xwe re weke qadeke bingehîn a xebatê dibîne.

3- Vîna rêvebirina xwe bi xwe û azadiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê destek dike. Li hemberî her şêwe êrişên dewleta Îranê tevdigere.

4- Li ser bingeha demokratîk destekê dide statuya Başûrê Kurdistanê ya hevpariya vîna civakî û siyasî ya nasnameyên Kurd û bawerî-qewmên din. Li ser bingeha xweseriya demokratîk xwedî li vîna civaka me ya Êzîdî ya li Şengalê ya diyarkirina çarenûsa xwe derdikeve.

5- Ji bo afirandina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, bi rêbazên demokratîk û aştiyane têdikoşe. Bi saziyên koçberan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û şexsiyetan re ku van pîvanan diparêzin, xebateke hevpar dimeşîne.”

Di kongreyê de her wiha li ser xebata xweser û rêxistinbûyînê biryar hatin dayîn.


 KOLN