Pêşbirka serokomartiya li Fransayê duh bi tura duwemîn pêk hat û namzedê sosyalîs Francoîs Holande yê partiya Sosyalîst bi ser ket. Hollande hemû çepgir û Sarkozy li pişt xwe hişt. Hollande ji sedî 51.67 dengan girt û piştî Françoîs Mîtterand yê ku di 1981’ê de hatibû hilbijartin cara yekem çepgirek bû serokomar.
17 salên dawî rastgir bê navber peywira serokomartiyê didomadin. Bi sozên guhertin û veqetînê Nîcolas Sarkozy bi şovek mezin di sala 2007’an de bibû serokomar. Welat di nava 5 salan de anî astek xeter. Li pey DYA’yê çû, ji patronan re xebitî û hemû karên qirêj rewa kir. Sarkozy bi hemû karên xwe yên qirêj deşîfre bû di van hilbijartinan de ji sedî 48.33 girt û deşîfre bû.

Gelo Sarkozy wê were darizandin? 
Li gorî rojnameya Le Monde Sarkozy piştî têkçûyîna xwe ji derdora xwe re gotiye “ez dest ji siyasetê berdidim.” Lê ka dê siyaset wî berde. Der barê Sarkozy de gelek skandalên nelêrtiyê hene. Belge û şahidên ku Muammer Qeddafî di hilbijartinên 2007’an de Sarkozy fînanse kiriye derket holê. Gelek kesên nêzî Sarkozy di lêpirsînê de cih digirt. Ev belgeyên ku der barê Sarkozy de hene, gelo dê dozgerên Fransayê çi bikin?

‘Fransayê guhertin hilbijart’
Françoîs Hollende piştî serkeftinê derket pêşberî gel û got “gelê Fransayê bi tercihkirina min re guhertin hilbijartine. Hollande diyar kir ku ew ji ber peywirê serbilind e.” Li gorî anketên ku hatin kirin di tura duyemîn a hilbijartinande ciwanan, karkeran deng dane Hollande û patronên şîreketan jî dane Sarkozy.
Serkeftina Hollande yanî çûyîna Sarkoyz, bû sedema coşek mezin. Bi dehezaran kes daketin qadan, serkeftin pîroz kirin. Rojnameya Mediapart hemû karên qirêj yÊn Sarkozy derxist pêş got : “Temam e, hate qewiradin!
Rojnameya Lîberatîon di malpera xwe de got: “Li derê Fransayê demên dîrokî. Di hejmara xw eya 7’ê Gulanê d ejî got li se wêneyên Hollande sernivîsa ‘Normal’ nivîsî.  Di nivîsa Nîcolas Demorand a bi navê ‘Herî dawî’ de wiha hat gotin: “Kêfxweşiyek mezin. Kêfxweşiya ku neletek hate belavkirin.”
Rojnameya Le Fîgaro jî di manseta xwe de got: ‘Serokomar Françoîs Hollende’ û cih da analîzeke bi navê ‘guhertin’.

Ji bo Merkel pêvajoyeke girîng
Ev guherîn ne tenê Fransayê hemû Ewropayê eleqeder dike. Bi taybetî jî demeke wisa ya krîzê de wekî deriyê hêviyê dibînin. Li Almanyayê Financial Times Deutschland wiha nivîsî: “Bi taybetî ji bo Angela Merkel pêvajoyek girîng e. Merkel piştgiryek mezin dabû Sarkozy. Rojnameya Stuttgarter Zeitung serkeftina sosyalist “destpêka demeke nû ye”.

Rengê Ewropayê diguhere 

Rojnameya The Independent a îngîlîs sernavekî “Fransa vegeriya çepgiriyê” derket û got “dê serkeftina Hollande polîtîkaya çareseriya krîza deyn a Ewropayê biguherîne.” The Tîmes jî ku nêzî muhafazakarane jî got; “Hollande li hemberî polîtîkaya Sarkozy qezenc kir.” Her wiha rojnameya The Guardian jî got “Hollande li Fransayê desthilatî bi dest xist.” Li gorî rojnameya Îtalî La Stampa jî bi van hilbijartinan “Parîs diguhere, Ewrupa diguher.”

Têkiliyê bi Tirkiyeyê re 
Di hilbijartinên Fransayê de aborî û pirgirêkên nava welat hatin nîqaşkirin lê polîtîkaya derve kêm ma. Ne diyar e ku Hollande polîtîkaya derve yên Fransayê çawa zelal bike. Pirsgirêkên bihara ereban, krîz Suriyeyê, mijara Îran û têkiliyên bi Tirkiyeyê re li bende Hollande ne. Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan gotin bû ku di têkiliyên xwe yên bi Fransayê re bi hêvî ne. Di dema kampanyaya hilbijartinan de hatibû dîtin ku Hollande endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê naparêze. Hollande di bernameyeke televizyonê de wiha gotibû: “ Bi salane pêvajoyeke muzakereyê heye. Lê hêj tu tiştek nehatiye avakirin. Tirkiye di pênc salên pêş de nekare bibe endamê Yekitiya Ewropayê.”

Hollande û pirsgirêka Kurd
Hollande di kampanaya xwe de der barê pirgirêka Kurd de tiştek negot. Kurdan di tura yekem de dengê xwe parve kiribûn. Di tura de hemû dan Hollande.
Parlamenterê Sosyalîs Françoîs Pupponî di meha nîsanê de ji ANF’ê re axivî û wiha gotibû: “Tirkiye li aliyekê Kurdan qetil dike û li aliyê din jî komkujiya ermeniya înkar dike. Ji ber vê jî nekare bixwaze ku bikeve Yekitiya Ewropayê. Ger ku Tirkiye bixwaze bikevê, hin şertên me hene. Em nekarin bi welatekî wisa re bikevin nava dîalogê. Divê li hemberî şertê Kurdan bi rêz be.”
Di dema îktîdara Sarkozy de nêzî 200 Kurdî hatin bivçakirin. Hin girtine. Hinek komele hatin girtin. Polîtîayên wan hemû Kurd kirin hedef. Di bin navê ‘bi terorîzmê re têkoşîn’ di cotmeha 2011’an de di navbera Enqere û Parîsê de peyman hat çêkirin. Di vê peyamê de operasyona hevpar hebû. 


MAXÎME AZADÎ - ANF/PARÎS